Diyarname
Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn tabloyeke xwe diyarî xebatkarên tenduristiyê kir. Tablo di mezatê de dê bê firotin.
Ji bo piştgiriya xebatkarên tenduristiyê hin wênesazan tabloyên xwe diyarî xebatkarên tenduristiyê kirin. Di nav wan de hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn jî heye. Guneştekîn tabloya xwe ya bi navê "Bargirê Zeûs" ku buhaya wê ya piyaseyê li dor 150 hezar TL'yî ye diyarî kiriye. Guneştekîn li Tirkiyeyê di nav 10 hunermendên pêşî de ye ku berhemên wan herî buha têne firotin û balê dikişînin.
Ji bilî Guneştekîn, hunermendên wekî Ahmet Oran, Azade Koker, Devrim Erbil, Ekrem Yalçindag, Kemal Onsoy û hinên din jî hene ku berhemên xwe diyarî kirine. Pereyên ji mezatê bêne bi dest xistin dê diyarî Weqfa Fakulteya Tibê ya Stenbolê bikin.
Artam Antîk A.Ş. mezatê li dar dixe. Berhemên di mezatê de bêne firotin di navbera 27-30'yê vê mehê li ser malpera Artam Antîkê dê bêne pêşkêş kirin û 30'yê vê mehê bi awayekî online di mezatê de dê bêne firotin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
Ahmet Guneştekîn ev berhema xwe 'Bargirê Zeus' diyarî kiriye.