Diyarname
2'yemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hate organîzekirin li bajarê Wuppertala Almanyayê li dar ket.
Mîhrîcan roja 26'ê mehê bi beşdariyeke baş li dar ket. Di mîhrîcanê de hezkiriyên wêje û hunera kurdî amade bûn. Ji welatên mîna Almanya, Belcîka, Îngilistan û Fînlandiyayê helbestvanên kurd hatibûn. Mîhrîcan saet 14:00'an de bi xuleyeke rawestandina li ser giyanê şehîdên kurd û Kurdistanê û bi sirûda neteweyî "Ey reqîb"dest pê kir û heta 17.30 dom kir. Nivîskar Helîm Yûsiv pêşî xêrhatin li mêvanan kir û dûre Serokê HRRK'ê şêweka Hesen Abdullah axaftina destpêkê kir. Di mîhrîcanê de axaftin hatin kirin, helbest hatin xwendin û hunermendan stranên xwe pêşkêşî mêvanan kirin. Di mîhrîcana ku pêşkêşvaniya wê Narîn Şêxê kir de Saman, Abdulkadir Mûsa (Helbest), Ardelan Ebdo (Helbest), Azer Şiwêş (Helbest), Ciwan Qado (Helbest), Ehmedê Xursê (Helbest), Zuhêr Cemîl ( Muzîk-Stiran), Hêmen Kurdaxî (Helbest), Husên M.Hebeş (Helbest), Ibrahîm Hisso (Helbest bi erebî), Koma Yar (Rauf Keleş - Selhat Gimgim), Kawa Şêxê (Helbest), Ehmedê Huseynî (Helbest), Bîlal Hesen (Axavtin), Nezîr Mele (Helbest), Yûnis Elhekîm (Helbest bi erebî), Mehmûd Omerî û Ahîn Omerî (Muzîk û Stiran), Şêro Dalînî (Helbest), Şêxmûs Îsa (Helbest bi erebî û elmanî), Luqman Silêman ( kurteçîrok), Mihemed Zade (Helbest bi erebî), Adil Elî (Stiran), Silêman Azer (Helbest), Seydo Reşîd (Helbest), Nûh Silêman (Helbest), Narîn şêxê (Muzîk û Stiran) bi hunera xwe keda xwe xistin nava mîhrîcanê.
Mêvanan ji bo saleke din xatir xwestin.