Serokdewletê Venezuelayê Hugo Chavez dest datîn eser şîrketên biyanî û dewletê xurt dike.
Serokdewletê çermsor Chavez piştî ku duh dest danî şer şîrketa Cargilê Amerîkî ku karê birincê dikir, îro jî dest danî ser fabrîkeya mukavva-kartonê ya bi navê "Smurfit Kappa". Chavez dest danî ser 1700 hektar eraziya vê şîrketa Îrlandî û ew kir malê dewletê.
Chavez ku bi fikrê sosyalîstî welatê xwe bi rê ve dibe ji sala 2003'yan ve kontrola buhaya tiştên wekî birinc, minîş, şekir û tiştên din dike û li gor rewşa welat buha lê dike. Niha li Venezuelayê asta enflasyonê sedî 31 e.
Chavez par dest danîbû ser telekom, şîrketên elektrîk û çîmentoyê. Hê ji bo dewlet hilbirînerê polayê Sîdorê bikire hevdîtin pêk tên.