Diyarname
Dibistana Muzîkê ya Berklee ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ye ji sala 2014'an ve Xelata Hosteya Muzîka Akdenîzê dide kesek; îsal hunermend Aynur Dogan hêjayî vê xelatê hatiye dîtin. Xelat ji aliyê Enstîtuya Muzîka Akdenîzê ve tê pêşkêşkirin.
Dîrektorê hunerê yê enstîtuyê Javier Limon li ser xelatê wisa gotiye: "Aynur di serdema hemû kariyera xwe de rastî gelek zehmetiyan hatiye û lêgerîna xwe bi sebir dom kiriye. Em bi vê xelatê dikin ku ew ji bo muzîkarên jin ên pêşerojê bibe mînakek."
Di sala 2014'an de xelat dan gîtarîstê flamenko Pepe Habichuela û stranbêje flamenko Jose Merce, dûre xelat dan hunermendê mizika Antonio Serrano û efsaneyê flamenko Pepe de Lucia. Êvara 16'ê mehê bi merasimek xelat dan Aynur Dogan.


