Batman
Şaredarê Bekirhana Batmanê Mehmet Salih Demir qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Şaredar Mehmet Salih Demir qeyrana dil derbas kir û ew rakirin Nexweşxaneya Dunya ya Batmanê. Digel hemû hewldanan jî Demîr jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Demîr bi beşdariya konveyeke ku ji sedan erebeyan pêk dihat ji nexweşxaneyê hate girtin û birin li Goristana Bekirhanê defirin kirin. Di merasima definkirina cenazeya Demir de mebûsên DTP'ê yên Batmanê Ayla Akat Ata, Bengi Yildiz, Şaredarê Batmanê Huseyin Kalkan, Serokê DTP'a Batman Ozcan Erdem, endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî yê DTP'ê Huseyin Yilmaz, Şaredarê Kercewsê Esat Oner, Şaredarê Pişêrî Burhan Kurhan, berendamê DTP'ê yê Şaredariya Misircê Raşit Haşimi, parêzer Abdullah Akin, aktîvîsta DOKH'ê Sakine Kayran û bi hezaran kes amade bûn.
Hevseroka DTP'ê Emine Ayna û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ku negihîştin ser cenazeyê lê çûn şîna Demîr û sersaxî dan malbatê. Baydemîr li cihê şînê axivî û wisa got: "Kengê dibe bila bibe mirin şerbetek tehl e. Ev şerbeta tehl li ber me hemûyan e. Em hemû rojekê emê bimirin. Li ber gelê me rûyê me pak e. Ez hêvî dikim li ber Xwedê jî dê rûyê me pak be. Kedeke mezin a M. Selîm Demîr li ser me hebû. Em ji wî razî bûn, hevalên wî jê razî bûn. Em hêvî dikin Xwedê jî ji wî razî be û cihê wî cenet be. Ev şîn ne tenê şîna malbata wî ye, yê me hemûyan e."


