ENQERE (DÎHA)
Rêxistinên sivîl der barê sirgunkirina 2 girtiyên ku li Îmraliyê ji bo sekreteryaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li wir bûn li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin û fikarên xwe parve kirin. Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û diyar kir ku wan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHK) a ku bêyî destur dikare li girtîgehan hevdîtinan pêk bîne dane.
Girtiyên bi navê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkad dema diyaloga bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mutabaqat çêbûbû û ji bo karê sekreteryayê sewqî Îmraliyê hatibûn kirin, herdu girtî piştî kurkirina tecrîda li dijî Ocalan ji Îmraliyê sirgunî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin. Li dijî sirgunkirina Kuran û Arkaş nerazîbûn zêde dibe. Platforma Azadiya Dcalan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin li ser tecrîda li dijî Ocalan û fikara xwe ye agahî negirtina ji Ocalan parve kirin. Civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê hate lidarixsitin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî û Ozgur Erol, endamê OHD'ê Serbay Koklu û endama Plotforma Azadiya Ocalan Zubeyde TEker beşdar bûn. Di cvînê de ewil Turkdogan axivî û got ku dema ku mijara gotinê Ocalan be sîstema înfazê ya di tu qanûnan de tuneye dikeve dewreyê.
'Em bi rewşeke tecrîdê derbas dike re rû bi rû ne
Turkdogan bilêv kir ku di vê merhaleyê de rewşeke ku tecrîdê derbas dike re rû bi rû ne û nirxandina "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi tu awayî parêzerên Ocalan nikarin bi wî re hevdîtinê pêk bînin û jê agahî nayê girtin. Dîsa ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha jî bi kesekî re nikare hevdîtinê pêk bîne. Herî dawî jî Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ku ji Girtîgeha Îmraliyê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin parêzeran ji wan muwekîlên xwe jî agahî negirtine" kir.
Ji Wezîrê Dadê û desthilatdarê re hişyariya Ocalan
Turkdogan got ku belavkirina sekreterayaya Oclaan û sewqkirina girtiyan bêyî agahiya xizmên wan, derbarê rewşa wan de agahî nedayîna parêzerên wan di raya giştî de dibe sedema fikaran û wiha got: "Em ji vir Wezîrê DAdfê û îxtidara siyasî dixwazin hişyar bikin. Em dixwazin der barê rewşa birêz Abdullah Ocalan de agahîbigirin."
'Bila Saziya Mafên Mirovan bikeve dewreyê'
Turkdogan destnîşan kir ku nasnameya siyasî ya Ocalan pir aşkera ye û ev îfade bi kar anî: "Pozîsyona wî na Rêberê PKK'ê û rêberê gelê kurd zelal e. Ji ber vê yekê jî jibilî girtîbûna wî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê rêberekî siyasî yê girîng e. Ji ber vê yekê jî em bang li îxtidara siyasî dikin ku bila bihistiyar bin."
Turkdogan got ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dane û wiha axivî. "Saziya Mafê Mirovan ji bo ku bila bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne me serî lê da. Ji ber ku Saziya Mafên Mirovan hem di çarçoveya qanûnan de hem jî di çarçoveya hiqûqa gerdunî de dikare v^eyekê pêk bîne payeyekî wî yê wisa heye. Me serlêdana xwe kir. Em difikirin ku bersiveke êrênî bê."
'Ocalan ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin'
Parêzer CEngîz Yureklî jî têkîldarî tecrîdê agahî dan û diyar kir ku Ocalan ji ber nasnameya xwe ya siyasî ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Yurekli destnîşan kir ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 500 caran serlêdana parêzeran çêbûye lê hemû serlêdan bi hincetên vala hatine redkirin û wiha berdewam kir: "Dîsa ji 5'ê Nîsanê heta niha jî hemû têkîlî hatiye qutkirin. Mafê telefon, name hatine astengkirin, nameyên ku jê re çûne hatine sansurkirin û wisa hatine dayîn. Dîsa 2 muwekîlên me yên li Îmraliyê bêyî agahiya me hatine sewqkirin ev herdu girtiyên ku anîne Sîlîvriyê em bi tu awayî agahî nikarin bigirin. Serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê hatine redkirin. Ji rayedaran agahî negirtiye."
Yurekli got ku ew ji ber ewlehiya canê muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bi fikar in.
'Heke azadiya Ocalan pêk neyê aştî jî nayê'
Herî dawî Zubeyde Teker axivî û diyar kir ku ji bo şertên aştiyê divê ewil şertên azadiya Ocaan pêk bê û wiha axivî: "Niha merhaleya ku em hatine me dît ku, heta ku şertên azadiya Ocalan pêk ne yê ne pêkane ku aştî pêk bê. Belavkirina sekreteryayê em ji bo welat bifikar dibînin. Girtina hemû riyên bi Ocalan tê wateya kişandina fîşê sarincê."
Teker bang li îxtidara siyasî kir û got ku ji bo pêkanînan şertên aştiyê divê ewil daxawza wan a hevdîtinê bi Ocalan re pêk bê ji bo vê yekê gav bên avêtin.


