Berhevkar: Mukît Arslan
Hecî behsa xwe dikir digot;
- Ez zor beledim haaa!
Hecî dît ku rêwiyê pêre jê bawer nekir, qirara xwe da ku hukmê xwe nîşan bidê.
Hecî got;
- Mêze bike camêr, li pêşiya me hespek diçe.
Camêrî li der dora xwe nihêrî çavên xwe bel kir, kûr mêze kir li dûr mêze kir, li mêrgan, li zeviyan, li deştan, li ber çavkaniyan tu cih nehîşt zivirî got;
- Hecî ez tiştek nabînim, tu çawa dizanî ku li pêşiya me hespek diçe?
Hecî got;
- Camêrê delal, kûr û dûr mêze neke li ber lingên xwe binihêre bes e. Ha, binêr li vî gîhayî, ev şûna devê hespê ye. Gava bi rê de diçe yekcaran diçêre. Tişteke din: Yeqîn ew kesê li ser lez nake.
Camêrî got;
- Çawa Hecî lez nake?
Hecî;
- Mêzeke qurban, gava ku leza wî heba wext ji bo çêra hespê çênedibû. Ha îja baş bala xwe bide gihayê ku hespê dev avêtiyê ! Ha binêr! Te dît?
Camêrî;
- Min çi dît hecîkê?
Hecî;
- Ez benî çavê hespê yê aliyê rastê kor e.
Camêrî;
- Çawa kor e heyran!
Hecî;
- Mêze hesp her tim ber bi aliyê çepê ve çêriya ye.
Camêr keniya û got;
- Na loo! Wekî din?
Hecî;
- Wekî din siwarê hespê jin e.
Camêr matmayî ma û deng nekir. Hecî bi awayêkî jixwe bawer li rê hevalê xwe nihêrî û xwest ku wî zêde di meraqê de nehêle û got;
- Ezbenî li ser hêşnayiyê mêze bike ev dewsa nigê jinekî ye, nigên jinan ji nêgên mêran cudatir in. Baş bala xwe bidê, ji solê jî kifş e loo, şiklê sola jinan e ev. Li vir ji hespê peya bûye û meşiya ye. Ez wisa fêmdikim ku ev esyete ji mal xeyidiye.
Camêrî;
- Temam Hecî, ew tiştên te gotin bi çavan tên dîtin. Lê tu di kura dizanî ku jinik xeyidî ye?
Hecî;
- Mêze bike gelek caran ziviriye, li pişta xwe nihêriye ka gelo kesî daye dû yan na tu bawer bike xeyîdiye lê poşman e. Dixwaze ka kesek were wê vegerîne. Ha binhêr !!!! Waye li vir rûniştiye. Wax wax wax hey wax !!!!
Camêrî;
- Ya ya xêr e Hêcî çi bû çi qewimî?
Hecî;
- Birayê delal hela lez bike em xwe bigîhînin vê xanimê, wê em vegerînin bila here mala xwe ku nebe emê vegerînin biherin mala wê.
Camêrî;
- Min tişt fêm nekir?
Hecî;
- Kuro jinik bi hemle ye, bi zar e !
Camêrî vê dorê bi şik lê bi meraqekî mezin ciyê ku Hecî bi ser de xwar bûbû çok da erdê, Hecî tiliya xwe dirêjî şûna ku xatûn lê rûniştibû kir û got;
- Te dît?
Camêrî;
- Min çi dît Hecî?
Hecî;
- Binihêr e qurban jinên ku ducanî bin, gava rûniştin nikarin bi hêza nigan û çokan rabin ser xwe, bibê nebê divê ji dest û piyên xwe alîkariyê bigirin. Ev xanima me jî gava ku rabûye ser xwe destê xwe daye erdê, şûna destê wê ha vaye te dît?
Camêrî;
- Heciyê delal de ka em lez bikin xwe bigihîninê, ev tiştên ku tu dibêjî ez dixwazim bi çavên serê xwe bibînim.
Hecî û camêrê me bi hev re gavên bi lez û bez avêtin, topeke bilind li pêşiya wan hebû. Fişe fişa pozê wan bû, bîn li wan çikiya bû. Xwe gîhandin dîharê topê, bala xwe danê erê rast e wa jinek hevsarê hespê di desta de ye hêdî hêdî dimeşe û yek caran vedigere li pişt xwe mêze dike. Gidî de gidî li bayê xwe digihîjin ba jinikê; Camêrê me bala xwe didê dinihêre ku Hecî çi gotiye rast e. Xanim bi hemle ye û çavê hespê yê rastê jî kor e.
Jinik dest bi girî dike û derdê xwe dibêje; ji mal xeyidiye û poşman e dixwaze hinek kes bikevin navberê û wê vegerînin mal.
Camêr xwe xwar dike ku biçe destê Hecî;
Hecî dibêje;
- Estaxfûrûlla ezbenî. Min xwest ku di nav kalê we kurdan de çi beled û nêçîrvanên zor hene ravayî te xortê ezîz bidim. Me ji bîr nekin, çavên min êdî gorê dikişînin...