Diyarname
"Berfa Germ" nave pirtûka Polat Can e ku ji Weşanên Aramê derketiye.
Polat Can yek ji kedkarên zimanê kurdî ye. Ew di heman demê de yek ji têkoşerên kurd e. Her çiqas niha li Rojava gelek bar li ser milê wî be û nikaribe demê ji bo nivîs û nivîsandinê veqetîne jî heta niha hin nivîs û berhem li dû xwe hiştine. Yek ji wan jî "Berfa Germ" e. Berfa Germ ji gelek çîrokên bîranînan pêk tê. Ji van çîrokan yek jê di Azadiya Welat de jî hatibû weşandin. Lê wekî pirtûk bi nave "Berfa Germ" di sala 2003'yan de li Êrîwanê ji Weşanên Mezopotamya derketibû. Pirtûk par li Amedê ji aliyê Weşanên Aramê ve hat çapkirin.
Hinek çîrok bi awayê pexşanî, hin bi cureyê çîrokên modern hatine rêstin û hemû jî xwedî bîranînên cuda ne. Ji bo dîtin û bihîstina serdemek, ji bo xwendina hin bîranînan "Berfa Germ" li ber destên xwendevanan e. Di dawiya pirtûkê de ferhengokek jî ji pevyên nav pirtûkê hatiye amadekirin.
- Berfa Germ / Polat Can / Çîrok / Weşanên Aram / 79 rûpel / 2015