Diyarname
Rêberê Hamasê Îsmaîl Haniyeh li paytexta İranê Tehranê bi sûîkastek hat kuştin.
Rêxistina Filistînê Hamasê kuştina Haniyeh erê kir û got, "Haniye di encama êrîşeke siyonîst de li Tehranê hatiye kuştin."
Haniyeh şeva 30'ê mehê ku bi 31'ê mehê ve tê girêdan saet li dor 02.00'an bi êrîşeke fuzeyi hat kuştin. Hamasê got emê tola wî hildin.
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo serokomarî hatibû hilbijartin û Haniyeh jî ji bo beşdariya merasima ku serokomariya Îranê amade kiribû çûbû Îranê. Li avahiya ku lê mabû hat kuştin.
Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas ev êrîş şermezar kir û wekî pêşketineke bi talûke bi nav kir.
Îsmaîl Haniyeh di sala 1963'yan de li kampa penaberan a Elşatî ya li Şerîda Gazzeyê hatibû dinê. Di sala 1987'an de ji Zanîngeha Îslam a Gazzeyê mezûn bû. 1989'an de beşdarî Întîfadaya yekemîn bû. Bi sedema endamê Hamasê ye hat girtin, 1992'yan de hat berdan.
Di navbera 1999-2004'an de cigirê Sekreterê Giştî yê Hamasê Şeyh Ahmet Yasîn bû. 2006'an de ji ber Rêberê Hamasê Xalid Meşal li Şamê li sirgunê bû, ew wekî rêberê Hamasê ket hilbijartinê. Piştî hilbijartinê Serokomarê Filistinê Abbas ew wekî serokwezîr ragihand.