Diyarname
Dîroka lîstina Maçên Koman ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê diyar bû. Amed spor ku ew jî bi serketinê derbasî nava maçên koman bûbûn reqîbên wê diyar bûn.
Di Koma A ku Amed spor jî têde ye reqîbên wê Bandirma, Medipol Başakşehîr û Şanliurfa Spor in. Maça yekemîn a Amedsporê 16'ê vê mehê ligel Bandirma ye. Heman rojê Başakşehir û Şanliurfa bi hev re dilîzin.
Maçên komên din jî 15, 16 û 17'ê mehê têne lîstin.


