Fêrgîn Melîk Aykoç
Al sembola kom, komalgeh, artêș û netewe û dewletan e. Heta yekîtiyên netew û dewletan, wekî NY (Neteweyên Yekbûyî) û YE (Yekîtiya Ewropê) jî vê sembolê bikar tînin. Gelê me jî di dîrokê de hin sembolên wekî al bikaranîne, lê hê aleke wekî ala neteweyî bi aliyê hemû hêz û koman ve nehatiye pejirandin.
Li gor lêkolînan cara yekem ji vir 5500 sal berê li Misrê formeke alê li ser tableteke pijandî hatiye nîșandan. Li Îranê jî aleke 5000 sal berê li ser medenekê hatiye xêzkirin hê heye. Wer tê texmînkirin ku alên ji hevirmêșê ji vir 3000 sal berê li Çînê hatiye çêkirin. Li Ewropê jî cara yekem vikîngan li ser keștiyan bikaranîne.
Berê artêșan ji bo ku aliyên șer tevlihev nebin, șervan ref neguherin, bikaranîne. Bi taybetî jî li pey ku bazirganiya bi keștiyan bipêșket, ji bo ku keștî tevlihev nebin, pêșî li qaçaxiyê were girtin, di reveberiya îngilîzan de xwerû di sedsala 15'an de hin rêbazên bingehîn hatin danîn.
Li pey ku netewdewlet hatin demezirandin serkariya her netewdewletê li gor anane û meyla neteweya xwe ji xwe re sembolekê hilbijartin, di meclisên xwe de biryara alê girtin. Dû re bi hin çîrokan ew sembol gihandin derekeya pîroziyê û bi tevahiya neteweyê dan pejirandin. Gelek caran jî ew çîrok li ser derewan hatin avakirin. Mînak Ala Tirkan di bingehê xwe de ala ku Bîzansan ji bo Stembolê bikaranî bû, bixwe ye, lê di pirtûkê tirkan yê dersê de gelek çîrokên li ser derewan hatî avakirin hene.
Alên kurdan û mijara ala neteweyî:
Di nava gelê me de ji berê ve sê reng derketine pêș. Kesk, sor û zer. Li gel wê rojê ta ji dema baweriya Mîtra ve sembol e û di baweriya me de rûniștiye. Gel bi rojê sond dixwin, hêvî ji rojê dikin. Di van sedsalên dawiyê de jî di helbestan de wekî sembol rûniștine. Mînak: "Kesk, sor û zer e, spî û gewher e." Hema bigire her serhildanê ji xwe re sembolekê ji van rengan bikaranîne. Lê ji ber ku kongreya netewî neciviyaye û di vî warî de biryareke giștî nedaye, li her beșê alên cuda tên bikaranîn. Bêguman ev hinek jî ji divêtiya siyasî, pêșî li êrîșên dagirkeran girtinê tê.
Di dîrokê de alên kurdan
1 - Sembola herî kevn “Faravahar” e ku wekî sembola baweriya zerdeștî tê zanîn. Li gel wê li ser keviran wêneyê rojê jî hatiye çekirin.
2 - Bi aliyê kê ve hatiye çêkirin, di kîjan lêkolînê de derketiye holê, ne zelal jî be, bi navê ala Medan alekê heye, li jor sor, nav sipî, jêr kesk e. Di nava sipî de wêneyê șêr heye û li pișt șêr jî roj dixuye. Li ser sor jî taca zêrîn heye.
3 - Ala dewleta Zend (1750-1794) li ser zemînê sipî șêr li pișt roj di nava çiva kesk de ye.
4 - Ala Komara Agirî, li jor sor, nav sipî, jêr kesk heye û di nava sipî de roj li pișt çiyayê Agirî derdikeve.
5 - Ala Kurdistana Sor e. Li jor sor di navê de kesk, zer jî li jêr e, di nava rengê kesk de stêrkek sor heye.
6 - Ala Komara Mahabatê jî sor sipî û kesk e. Li ser zemînê sipî roj di nava çembereke ji sor û gewr de dixuye, ji nava rojê serê qelemximavê derdikeve.
7 - Ala kurdên Bașûr bikartînin jî; dîsa rengên bingehîn sor, sipî, kesk e, di nava sipî de roj derdikeve.
8 - Ala ERNK ev jî li ser zemînê sor di nava çembera kesk de stêrka sor heye, dor wê jî wekî sembola rojê zer e.
9 - Ala Rojava: ew jî ji rengên zer, sor û kesk pêktê.
Ji ber ku kurdan netewe dewlet neafirandiye, ew sembola jî rûneniștiye. Di nava me kurdan de dilxwazên van hemû alên ku hatine û tên bikaranîn hene. Hema bigire di nava hemû gelan de wekî me kurdan gelek alên cuda hatine bikaranîn. Mînak Li Almanyayê berê ku yekîtiya wan çêbe, her mîrîtiyekê alekê wekî sembol bikaranîne ku piraniya wan hê îro jî wek alên eyaletan, yan jî bajaran tên bikaranîn. Lê di nava wan de yek wekî ala dewletan alman hatiye hilbijartin. Ji bo ku kurd bikanin aleke netewî hilbijêrin û li her derê bikarbînin, divê Kongreya Netewî bicive û li pey nirxandinekê semboleke herkes bikane bipejirîne, hilbijêre. Bi vî awayî pêșî li vê nîqașê were girtin. Lê divê ev hemû al jî wekî sembolên gelê kurd bimînin.
02.12.2015, Yenî Ozgur Polîtîka


