Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Rusyayê biryar da ku tîmên wan ên fûtbolê vê zivistanê ji bo kampê neyên Tirkiyeyê. Ev biryar dê bandorê li 220 otel û nêzî 50 hezar kesên di van otelan de li Antalyayê dixebitin bike ku her sal tîmên fûtbolê ji bo kampê dihatin Antalyayê.
Piştî ku Tirkiyeyê balafirê şer ê Rusyayê li Sûriyeyê xist, Rusyayê dest bi girtina hin biryaran da. Yek ji wan jî biryara Federasyona Fûtbolê ya Rusyayê ye. Li gor nûçeya di Russianfootballnews de rêveberê federasyonê Igor Lebedev ev biryar bi van gotinan ragihandiye: "Federasyonê rewşa polîtîk a di navbera Tirkiye û Rusyayê de daye ber çav û biryar daye ku tîmên Rusyayê di meha rêbendanê de neyên Tirkiyeyê li kampan nemînin."
Her sal 2 hezar û 500 klûb tên Antalyayê û di serdema navîn de kampên xwe çêdike. Ji nav tîmên tên herî zêde tîmên Rusyayê wekî komek qelebalix tên û tê gotin ku sedî 75 hatina tûrîzma vê derê ji tîmên Rus tê. Bi gotinek din ger ew tîm neyên sedî 75 dê tûrîzma Antalyayê ber bi jêr de dakeve.