Diyarname
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi piştî berdanê li ber edliyeyê ji bo rojnamegeran axivî û got:
'Azadiya ramanê'
"Em gere xwedî wî mafî bin ku ramanên xwe, fikir û pêşniyarên xwe bi têgih û vegotinên xwe bînin ziman. Ev yek encama azadiya ramanê ye. Ez nûnerê saziyeke sivîl im, di nîqaşeke li pêş raya giştî hatiye kirin de ez ne girêdayî me wekî têgehên desthilatdarî bînim ziman. Ev yek encama azadiya ramanê ye. Ji ber dîtin û nêrînek cuda ev çend roj in ez rastî bêedaletiyek mezin hatim. Serê pêşî hin qeşanan kampanyaya lînckirinê da dest pê kirin, Dozgeriya Stenbolê jî di vê kampanyayê de cih girt."
'Ez li dû gotinên xwe me'
"Ez li dû gotinên xwe me. Bi ya min PKK jî KCK jî bi vegotinên rêxistina terorê nikarin bêne pênasekirin. Kîte bi kîte min j ibo dozger qala vê yekê kir. Pênaseyên neyartiyê derdixin pirsgirêkê kûrtir dikin. Min mafê xwe yê azadiya ramanê bikar anî. Lê mixabin li Tirkiyeyê ev azadî di bin zordariyek mezin de ye."
***
Nûçeya eleqedar:
- Baroyên Bakur xwedî li Elçî derketin
- Der barê Tahir Elçi de lêpirsîn dan dest pê kirin
-


