Diyarname
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî piştî di bernameya CNNTURK'ê de got "PKK ne rêxistineke terorîst e" du qada tora civekî de rastî êrîşan hat û paşê dozger der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê Baroyên Bakur îro bi daxuyaniyek piştgirî dan Elçî.
Baroyên bajarên Semsûr, Agirî, Batman, Çewlig, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Dêrsim, Wan û Culemêrgê bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya xwe ji bo Elçî eşkere kirin.