Diyarname
Saet 16.10
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li dadgehê bi şertê 'qontrola edlî' û 'qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê' hat berdan. Elçî di dadgehê de gotinên ku kiribûn parast û got ew xwedî li gotinên xwe derdikeve.
Saet 13.30
Dozger Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji bo tewqîfkirinê şand cem dadger. Elçî ku ji serê sibê de li cem Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê îfade dida, dozger bi daxwaza tewqîfkirinê ew şand cem dadger.
***
Serdozgerê Komarê yê Bakirkoya Stenbolê Îdrîs Kurt bêyî Tahir Elçi amade be der barê wî de lêpirsîn da bû dest pê kirin, vê carê biryara girtina wî da. Polîs nîvê şevê hatin baroyê û ew girtin.
Serokê Baroya Amedê parêzer Tahir Elçi ji ber ku roja 14'ê kewçêrê di bernameya "Tarafsiz Bolge" a CNNTurkê de got "PKK ne rêxistineke terorê ye" der barê wî de bi îdîaya "Propagandaya rêxistina terorê" kiriye lêpirsîn hatibû dest pê kirin, niha Serdozger ji 2'yemîn Dadgeha Sulhê ya Bakirkoyê xwest Elçî bê girtin; sedem jî wekî "Propagandaya rêxistina terorê" kiriye nîşan da.
Endamên Baroya Amedê ji bo piştgiriya Elçî bi dehan parêzer çûn avahiya baroyê . Elçî agahî ji bo rayedaran şand ku ew li baroyê ye ger dixwazin dikarin werin baroyê û îfadeyên wî bigirin.
Mebûsên HDP'ê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û rêveberên ÎHD'Ê ji bo piştgiriyê hatin baroyê.
Cîgirê Serokê Giştî yê DBP'ê parêzer Muharrem Erbey ragihand ku dê serê sibê saet 4'an de polîs bên Elçî bibin nexweşxaneyê ji bo qontrolê û dûre bi balafirê wî bibin Bakirkoya Stenbolê. Lê polîs bi şev saet li dor 2.20'an hatin baroyê, biryara binçavkirinê ji bo wî xwendin û Elçî girtin bin çavan. Serokê berê yê baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar got ku em Serokê xwe bi tenê nehêlin û ewê jî pêre herin.
Elçî birin Edliyeya Bakirkoya Stenbolê û dest bi girtina îfadeyên wî kirin. Baroya Amedê bang li parêzeran kir ku ji bo piştgiriyê li ber edliyeyê bên ba hev.
Mebûsên HDP'ê jî bo piştgiriyê çûn Edliyeya Bakirkoyê.