Diyarname
Kurdekî bi navê Umîd Kurdistanê ku ji kurdên rojhilatê Kurdistanê ye bû berpirsê Twitterê. Kurdistanê hemwelatiyê DYA'yê ye. Kurdistanê ku ji sala 1999'an ve di Google de dixebite, dema şîrketê di bin navê Alphabet de şîrket ji nû ve saz dikir şêwirmendiya şîrketê dikir.
Umîd Kurdistanê ji hesabê xwe yê twitterê agahiya bûyîna Serokê Lijneya Rêveberî ya Twitterê ragihand û wisa nivîsî. "Di şîrketek ku karek xweş dike û dinyayê diguherîne mirov bixebite tiştek newaze ye. Ez bi siûd im ku di sê şîrketên bi vî rengî de mir kar kir: Netscape, @google û niha @twitter."
Rêberê sereke yê Twitterê Jack Dorsey ji bo Kurdistanê wisa got: "Ew rêberek serketî û jîr e ku xwe daye qebûlkirin."
Umîd Kurdistanî kî ye?
Umîd Kurdistanê ji kurdên rojhilatê Kurdistanê ye ku di sala 1963'yan de li Tehranê hatiye dinê. Wî Zanîngeha San Jose State xwendiye li Zanîngeha Stanford jî lîsansa xwe ya bilind temam kiriye.