Diyarname
Nivîskarê "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" tê TUYAP'a Stenbolê û beşdarî gotûbêjeke dibe.
Pirtûka Séchu Sende "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" ji aliyê gelek kesan ve li kurdî hatibû wergerandin û ji Weşanên Avestayê derketibû. Pirtûk heta niha 6 çapên wê çêbûn. Niha tirkiya pirtûk jî ji Weşanên Avestayê derket.
Nivîskarê pirtûkê Séchu Sende dê beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê bibe û konferanseke bide. Konferansa Sende di 7'ê vê mehê, saet 14.30-15.30'î de li Salona Karadeniz li dar bikeve.
Her wiha Sechu Sende wê roja 13'yê mehê jî li Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heman konferansî dubare bike. Konferansa li Amedê jî di saet 14.00'an de ye.
Yek ji çalakiya Weşanên Avestayê ku li TUYAP'ê wê li dar bikeve jî gotûbêja Abbas Welî ye. Abbas Welî roja 4'ê mehê saet 18.15-19.15'an de wê li Salona Buyukadayê derkeve pêşberî temaşevanan û li ser "Nasnameya kurdî, demokrasî û xwesiriyê" biaxive.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP vebû
- Abbas Welî li ser "Xweserî"yê dipeyive
- Evdile Koçer beşdarî TUYAP'ê dibe
-Weşanên kurd bi pirtûkên xwe beşdarî TUYAP'ê dibin