Diyarname
Hunermendê wênekêş Spencer Tunick vê carê li eyaleta Bavyera ya Almanayê li Munihê 1700 kes tazî kirin, laşê wan bi rengê sor û zerê zêrîn boyax kir û wêne kişand.
Wênekêşê amerîkayî Tunick ji sala 1992'yan ve li cihên vekirî, tevî gelek kesên ku ew tazî kirine wêneyên hunerî dikişîne û bi vî awayî li dinyayê bûye navdar. Tunick vê carê li Munihê bû û 1700 kesî ji bo wî xwe tazî kir û boyax li caxê xwe da.
Ev xebata hunerî li Qada Maks Josehpê li dora peykera Maks Josephê li dar ket.
Wêne ji bo nasandina serdema havînê ya operaya Munîhê ya 2012'yan hat kişandin. Xebata navê "The Ring" (Gustîl) lê hate kirin, 1700 kes bi laşên xwe yên tazî lê boyaxkirî li dora peykerê kom bûn û dîmen hate girtin.