Berlîn
Encamên çalakiyên wêjeyî yên Huseyîn Çelebî ku îsal a 20’emîn tê lidarxistin, dê roja 17’ê sermawezê, bi şahiletê li bajarê Bochumê bêne eşkerekirin. Amadekarên pêşbaziyê şahî diyarî berxwedêrên li girtîgehan kir.
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ku pêşbaziya çîrok û helbestan a Huseyîn Çelebî dabûn dest pê kirin niha amadekirina şahiya eşkerekirina encamên pêşbaziyê û xelatdayînê dike.
YXK ji 1992'yan ve vê pêşbaziyê li dar dixe û ev pêşbazî pêşbaziya herî temendirêj e di nav kurdan de.
îsal 550 çîrok û helbest (bi kurmancî, soranî û kirmanckî) ji wan re hatine şandin.
Şeva xelatdayînê wekî şahiyekê dê 17'ê mehê li Zanîngeha Bochumê li dar bikeve. Di şahiyê de dê dê Grûp Bajar, Hozan Comert, Grûp Lilith û Ednan Kerîm jî amade bin. YXK’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew ê vê şahiyê diyarî girtiyên kurd ên di greva birçîbûnê de ne bikin.