Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş li Amedê piştî nimêja Cejna qurbanê li ser hilbijartina 1'ê sermawezê axivî. Demîrtaş li ser strana AKP'ê ku YSK'ê qedexe kir wisa got; "Pêşniyara min ji bo AKP'ê ew e ji dêvla Bismîla bila Tobe Estexfullahê bikin strana xwe ya hilbijartinê."
Vane çend gotinên Demîrtaş:
- Cihgirtina di Hikumeta Hilbijartinê û jê veqetîn jî siyasî ye. Partiya me ji bo nîşan bide ku ne alîgirê bêçareseriyê ye di nav hikumetê de cih girt. Hikumeta AKP'ê tu kesê ne ji wan be qebûl nake. Me nîşanî kesên ku dibêjin 'Çima hûn bi AKP'ê re koalîsyonê nakin' da. Bifikirin wezîrek nikare bikeve navçeyek. Metna ku wezîran eşkere kir me bi hev re amade kiribû, birêz wezîran biryara me ya hevpar xwendin. Li cem me Qesr nîn e, em bi xwe metnên xwe dinivîsin.
- Ev hilbijartin dê di navbera me û yên din de derbas bibe. Dê di navbera yê Zagona Bingehîn îhlal kir de derbas bibe. Xezîneya dewletê yê wan e, burokrat ji bo wan dixebitin. YSK, hakim û dozger girêdayî wan in. Înşela di 1'ê Sermawezê de emê mehcûb nebin. Tirkiye dê bi ser bikeve. Em xwe danaxin asta wan û heqaretên wan û bersivê nadin. Cara din em wekî HDP me hem te, hem AKP têk bir. Em nabêjin danekeve qadan. Em vê dibêjin pereyên ku tu xerc dikî para hilbijêrên HDP'ê jî têde heye. Guneye, heram e. Em ji wî natirsin. Cara din jî daketibû qadan. Bila dîsa dakeve.
- Dema çend roj ji bo hilbijartinê man li wir ewlehî nîn be em nîqaş bikin. Lê ev dibe 3 sindoq, 5 sindoq bin. Li ser sindoqan tu pirsgirêk nîn e. Bila kes bi tirs dengan nede me. Em bi tirsê dengan nagirin. Bila heqaretê li hilbijêran nekin. Ger kesek bibêji min ji tirsê deng daye HDP'ê hebe bila bê cem me, çi divê em dê bikin. Dixwazin hilbijêran nebin ser sindoqê û bi vî awayî operasyonê çêbikin. Em bi xwe bawer in.
- Ji ber qedexeya strana wan ku YSK'ê qedexe kir dixwazin ji vir mexdûriyetê derxin. Pêşniyara min ji bo AKP'ê ew e ji dêvla Bismîla bila Tobe Estexfullahê bikin strana xwe ya hilbijartinê.