Xelîl Dalkiliç
Dewleta Tirk li hember têkoşîna kurdan her êrîş û polîtîkayên hovane dixe meriyetê, lê dîsa jî nikane pêşiya pêşveçûn û destketiyên kurdan ên civakî û siyasî bigire. Polîtîkayên hikûmeta Tirk li hundir û li derveyî welat her diçe lawaztir û bêbandor dibin, lê li beramberê vê yekê, kurd ji hêla siyasî û civakî ve hên zêdetir bandorê li ser pêşketinên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dikin.
Ev pêşketin, guhertinên civakî, siyasî, dîplomatîk û psîkolojîk jî bi xwe re tînin. Hem kurd bi xwe û hem jî xelkên din ên ku pê re dijîn, dikevin bin bandora vê rewşê. Wekî gotineke pir tê serziman; “Kurd ne kurdên berê ne!“, lê her wiha xelkên din jî êdî ne xelkên berê ne. Bi taybetî nêrîn û helwesta xelkê tirk a li hemberî xwestek û mafên kurdan diguhere. Ji xwe anketên dawî nîşan didin ku ji sedî 70'’yê civaka Tirkiyê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê, dixwazin pirsgirêka kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û kurd jî bikanin mafên xwe yên civakî û siyasî bikarbînin.
Li Tirkiyeyê mercên civakî û siyasî gişt rejîmê mecbûr dihêlin, ku gorî rastiya xelkan ji nû bê avakirin û mafên her xelkan bi qanûneke bingehîn a nû ve bê mîsogerkirin.
Ev du sal in, di hêla kurdan de gelek pêşketin pêk hatin û kurd hê zêdetir li qadên rêveberiya dewletan xuya dikin û pirsgirêka kurd hê zêdetir dibe mijareke sereke ya dîplomasiyê.
Ji xwe di nava bîst salên vê dawiyê de rêveberiyên herêmî yên li bakurê Kurdistanê piranî ketin destên kurdan. Sala çûyî jî Selahattîn Demîrtaş, wekî namzedê Tevgera Azadiyê ya kurdî tevlî hilbijartina serokomariya Tirkiyê bû û ji sedî 10 deng stand. Vê yekê tabûyên dewletê qelişandin. Ji ber ku cara yekê bû ku kurdek bi nasnameya xwe ya kurdî dibû namzedê serokatiya dewleta Tirk a ku nasnameya kurdî red dike…
Qelîşîna tabûyên rejîma Tirk ên dijkurd, bi daxuyaniya deklarasyona Dolmabahçeyê ya di 28'’ê reşemiya îsal de ji bo raya giştî hate dşkerekirin re hê firehtir bû. Li gel vê yekê; jiholêrakirina vê prosesê, zêdebûna despotîzma Serokomarê Tirk R.T.Erdogan û pêşxistina şerekî mezin li dijî jurdan jî nekanî pêşiya pêşketinên jurdan bigire…
Ev yek, bi encamên hilbijartina 7'ê pûşpera 2015'an ji hêla kurdan û xelkên din ên li Tirkiyê ve hat îspatkirin. Partiya krdan û tirkên demokrat Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13.1 deng stand û bi 80 parlamenteran di Parlamentoya Tirkiyê de şûna xwe girt. HDP, ne tenê kurd, her wiha nasnameyên heta îro ji hêla rejîma Tirk ve hatine înkarkirin, ên wekî ermenî, êzîdî û elewî jî bi HDP’'ê re di nav parlamentoyê de bûn xwedî nûneriyê.…
Yanî têkoşîna kurdan hêdî hêdî her nasnameya etnîkî û baweriyê, her wiha tirkên demokrat û xwedî wijdan jî dixe bin bandora xwe û hêviya jiyaneke wekhev û adil bilinditir dike…
Siyaseta kurdî roj bi roj rejîmê bi guhertinê re rû bi rû dihêle. Ji ber vê tirsê, bi taybetî jî Recep T. Erdogan û partiya wî ya dijkurd AKP, li dijî HDP'’ê her cure lîstikên siyasî bikar tîne, lê dîsa jî nikanin pêşiyê bigirin.
Piştî ew qas hewldanên dervehiştinê, di dawiyê de mecbûr man, HDP'’ê jî tevlî Hikumeta Hilbijartinê bikin. Yanî HDP dibe şîrikê hikûmeta Tirkiyê!..
Her çiqas parlamenterên wê yên ji xelkên din jî hebin, HDP wekî partiya kurdan tê naskirin û li ser dînamîkên Tevgera Azadiyê ya Kurdî hat damezrandin û li gorî îdeolojiya wê siyasetê dimeşîne.
Yanî; di dîroka Komara Tirkiyeyê ya dijkurd de ev cara yekê ye ku kurd bi nasnameya xwe di hikumetekî de şûnê digirin. Helbet hikumetekî sembolîk e û di nava du mehan de ji bo bidestxistina mafên kurdan tu tişt nayê kirin. Lê ev ê di psîkolojiya civakê de nasnameya kurdî û mafên kurdan ên civakî û siyasî hê bêhtir normalîze bike.
AKP û dewleta Tirk, bi komkujiyên li Gimgim, Licê, Farqîn, Gever û Cizîrê jî nikarin pêşiya hilweşîna xwe bigirin û bandora siyaseta kurdî lawaz bikin. Kurd wê xwe bi xwe bi rêvebibin; hem li Enqereyê hem jî li Kurdistanê…
h.dalkilic@hotmail.de
Yeni Ozgür Politika