Kazim Polat
Bi salan e ku ez li ber xwe didim li derdora xwe bi kurdan re bi kurdî biaxivim. Çima? Ji bo ku fikra min: bi zimanê zikmakî, bi kurdî xwe jiyandin û bi karanîn e li hemberî asîmîlekaran, berxwedaneke mezin û bi rûmet e; parastina heyîn û hebûnên me ne.
Bi vê helwdana xwe min dît ku em kurd xwe bi xwe asîmîle dikin; divê dewleta asîmîlekar xwe newestîne.
Em çend heval tên cem hev; em hemû kurd in; ji me bi tenê yek kurdî nizane; ji bo ku ew heval fêm bike, em hemû bi tirkî bi hev re dipeyivin. Zimanî tirkî kemîna kewan e; yê ku ketin kemînê, yê din dû xwe ve dikişîne kemînê.
Çend meh berê min hevalek nas kir. Min bihîstibû ku kurd e. Bi tirkî dest bi xwe nasandina xwe kir. Min bi kurdî got, ma tu kurdî nizanî? Bi kurdî bersivand got, erê çawa, kurdî dizanim. Wê rojê em bi kurdî bi hev re peyivîn. Car bi car zimanê heval zivirî ser tirkî û cara paşî min got: Tu ji min baştir kurdî dizanî û tirkiya te jî ew qas xirab e, çima çarxê tirkî dikî? Got, nezanim çima? Dema ku ez bizanim kesî ku li hemberê min baş bi tirkî dizane zimanî min dizivire tirkî.
Bi rastî “tirkî bela serî me ye.”*
Piraniya kurdên ji bakurê Kurdistanê, yên ku li Ewropayê dijîn di xwe de bi kurdî neaxifin. Ya herî balkeş bi zimanî zordarên desthilatderê xwe, yanî bi tirkî hemû tekiliyên xwe dijîn.
Li der û dor bi hevalên xwe yên kurd re, di mala xwe de bi hevala/ê xwe û bi zarokên xwe re, her gava jiyana xwe bi tirkî didomînin.
Li Ewropayê dijîn, qedexeya zimanî kurdî tune, lê dîsa jî zimanî xwe bi kar neynin û zimanê asîmîlekaran rey (nîşanî) zarokên xwe didin û zarokên xwe hinî zimanî asîmîlekaran dikin; di her gavên xwe yên rojane de wî zimanî bi kar tînin.
Min bi nêrînên xwe tecrube kir ku kurdên ku ji beşa bakurê Kurdistanê ne naxwazin bi hev re bi kurdî biaxifin. Bi dîtina min, ne ji kurdî nezanî, kêmzêde kurdî dizanin, lê ji sedemek din kurdî neaxaftin. Yê ku kurdî bi kar tînin eceb têne dîtin.
Sedem çi ye? Ji bo çi kurd dema ku di nav hev de ne bi kurdî axifî, axaftina xwe eceb dibînin, pê dikenin an jî difikirin ku yên ku li doralî bi kurdî ya wî/ê dikenin?
Bi zimanekî biyanî mînak almanî, fransî, îngilîzî bi çend peyvan li ber xwe didin ku biaxifin û ji axaftinan xwe ya xilûxwar fedî nakin lê bi kurdî dizanin, pê naxafin û ji bi kurdî axaftinê fedî dikin. Dema ku kurdek bi kurdî biaxife kurdê/a din bi zimanek din bersiv dide û li ber dide. Ji bo çi? Çima? Dibe ku hindik bi kurdî dizane lê dikare bersivek femdar bide. Çima nade?
Li gorî min ew kesên ku bi çend peyvên biyanî li ber xwe didin ku bi zimanî biyanî biaxifin; difikirin ku ev zimanek biyanî ye; çewtî an jî kemî ne tiştek fedî ye. Dema ku bi kurdî biaxife çewtî û kêmî tiştek bi fedî dibîne û ditirse ku ez ji kemasiyên xwe çewtî bikim û yên li dora min bi min bikenin; ji bo ku kurdî ne zimanek biyanî ye; ew zimanê xwe yê zikmakî ye; zimanî zikmakî mîna gelên din ên ku zimanên xwe baş bikartînin divê ew jî zinamê xwe baş bi karbîne. Vê yekê belkî nezanin, lê têdigihîjin ku divê mirov zimanê zikmakî rast bi rast bi karbîne. Lê ji bo vê rewşê biguhirînin tu tiştî nakin, nakevin bin bar û giraniya hinbûne.
Kurd bi kurdiya yê din dikenin an na?
Rast e, kurd bi kurdiya yê din dikenin. Her kes kurdiya xwe rast dibîne. Kes kurdiya kêsekî din, gund kurdiya gundekî din, bajar kurdiya bajarekî din ecêb dibîne û pê dikene. Ev jî astengî dike ber bi hev re kurdî axaftinê. Di dawî de kurdên ji cuda bajaran ku hev du nedîtine, hev nasnekirine tên cem hev di bin şemsiyekê de kurdîtiya xwe diparêzin lê elemente herî girîng a kurdîtiyê zimanê kurdî li derve dihêlin û dibêjin, “em kurd in; êdî bi hev re ne.” Ji xwe re zimanek biyanî hevziman dihilbijêrin. Ji bo ku cudatiyên devokên kurdî pirsgirekek mezin dibînin. Bi devokên hev du dikenin û hev du ji kurdiyê dûr dixin û tirkiyê bê alternatîf zimanê hev îfade kirin û fem kirinê dikin. Bi vî awayî çawa em dikanin bêjin em ji neteweyek serbixwe ne. Tirk dikanin bêjin û dikin jî, hûn bi xwe re kurd dibêjin lê cudatiya me çi ye..hûn jî em jî tirkî diaxivin..Çi wateya ji kîjan kokî hatin heye..di dîrokê de kî dizane em ji kîjan nijadî hatine..niha em û hûn xwe bi tirkî îfade dikin û tirk in.
Li hemberê vê rewşê gotinênwan, ên tirkan heq e an ne heq e.
Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekim.
Divê em kurd di nav hev de ji bo ku yek ji me kurdî nezane dev ji kurdiya xwe bernedin û bi zimanî asîmîlekaran xwe bi xwe asîmîle nakin.
Divê em kurd gava ku em hatin cem hev devokên xwe berjêr nebînin; li ber xwe bidin ku devokên hev du fêm bikin.
Kurdbûyîn, bi alîgirê siyasetek kurdistanî nabe; bi zimanî kurdî jiyîn û jiyandinê dibe.
***
Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
***
* Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan, Fêrgîn Melîk Aykoç, Diyarname