Diyarname
Li dinyayê yên gelek welatan li ser gelek babetan kovarên wan ên cur bi cur hene. Kurdan heta van salên dawî jî kovar derdixistin lê zêdetir li ser ziman, wêjeyê bûn. Niha her ku diçe kurd jî wekî gelên dinyayê bereya kovarên xwe fireh dike. Û di rewşeke wisa de kovara derûnasiyê li kovarên bi kurdî zêde bû: "Psychology Kurdî"
Psychology Kurdî dê her 4 mehan carek derê û hejmara xwe ya yekemîn a her çar mehên dawî yên vê salê derxist. Di hejmara yekem de zarok, şer û travma bûye berga kovarê.
Li ser navê Weşanên J&J'yê xwedî û berpirsiyar Mehmet Gungormuş, Berpirsiyarê Giştî jî Azad Zal e. Di nav edîtoriyên kovarê de Sîdar Ozmen, Mihemed Elî Alûcî, Siyabend Aslan, Kenan Keddar û Etman Yavuz hene.
Amadekarên kovarê li ser amadehiyên derxistina kovarê û rewşa dawî ku gihîştine wisa dibêjin, "Demeke dirêj em çend hevalên derûnnas ji bo amadekirina kovareke derûnnasiyê difikirîn. Piştî ku
me biryara kovarê da ewilî me da dû nivîs û nivîskarên derûnnasiyê. Bi her lêkolîn û pirsê re mixabin ji bilî
çend nivîs û nivîskaran pê ve em li rastî tu nivîs û nivîskarên derûnnasiyê (bi taybetî kurmancî û
kirmanckî/zazakî) nehatin. Bêguman bi vê yekê em xemgîn bûn. Bi ser de jî tunebûna termên derûnnasiyê
karûbarê me hîn dijwartir kir. Li gel van astengî û pirsgirêkan jî me xwest ku di vî warî de em ji bo destpêkê
gaveke derûnnasiyê biavêjin. Me baş dizanîbû ku wê ev destpêk, ne destpêkeke hêsan û bê kêmasî be.
Lê em ji bav û kalên xwe fêrbibûn ku bêkêmasî bi kêmasiyê dest pê dike û bi demê re dikemile.
Tenê armanceke me heye ku ev kovar ji derûnnasiya kurdî re bibe stûnek."
Kovarê di hejmara yekem de cih daye ser travma, şer û zarokan û sedema vê yekê jî wisa anîne ziman: "Qonaxa ku em tê re derbas dibin, mixabin qonaxake bi şer û pevçûn e. Di vê qonaxê de her roj gelek
bûyerên erjeng tên jiyîn. Bi hezaran mirov ji ber van bûyerên erjeng an dimirin an jî birîndar û koçber dibin.
Ji ber vê yekê tendirustiya derûniya mirovan dikeve xetereyê. Bi taybetî di van qonaxên wisa de herî zêde
zarok dikevin bin bandorên xetereya şer û pevçûnan. Di van rewşan de gelek pirsgirêkên derûnî rû didin:
trawma, stresa tîj, stresa domdar, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, sewesî-zorlêtî, stresa şer û hwd.
Ji ber vê sedemê me xwest ku bi gelemperî mijara hejmara yekem derheqê trawmayê û bandora wê
ya li ser derûniya zarok û ciwanan be.
Bi vî awayî me xwest ku van nexweşiyên trawmayê û rêyên çareseriyê bidin nasîn."
Di vê çarçoveyê de Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar "Zarok, Şer û Trawma", Derûnnas Siyabem "Bi zarokan re aheng û reftariyên bêpergal", Derûnnas Mihemed Elî Alûcî "Zarok û Travma" nivîsiye.
Ji bilî van ev nivÎs di kovarê de cih girtine:
- Zaravayên (Termên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî / Zimannas-Lêkolîner Deham EBDULFETTAH
- Bi Zarokan re Aheng û Reftariyên Bêpergal / Derûnnas Siyabend ASLAN
- Perwerdeyo Arizî
/ Mamoste Murat KAN
- Di Rêkûpêkiya Civakê de Rola Edebiyatê û Jiyana Mezin ya Hişmendiyê / Rojnamevan -Nivîskar Medenî FERHO
- Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT) / Derûnnas Hemed Elî QOSERÎ
- Bêçaretiya Fêrbûyî / Derûnnas Rewþen REMAKÎ 4
- Ziman û Çapemeniya Kurdan / Rojnamevan-Nivîskar Rêşad SORGUL
- Epîgenetîk / Dermansaz Etman YAVUZ
Ji bilî van ligel Prof.Dr. Jan Îlhan Kizilhan hatiye kirin. Derûnnasê kurd Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ji ber ku 1100 jinên kurdên Êzidî piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê birine Almanyayê, ji aliyê Serokwezîrê Eyaleta Baden-Wuerttemberg ya li başûrê
Almanyayê Winfried Kretschmann ve bi xelata herêmê hat xelatkirin. Ew li ser Nexweşiya Stresê ya Piştî Travmayê (NSPT) jî disekine û dibêje, "Beriya her tiştî divê ji bo dermankirina
NSPTê atmosferek û cihekî ewle û aram bê
peydakirin ku nexweşên trawmaya derûnî
neyên beramberî şidet û tirsê."
Kovarên rûpelên xwe yên dawî ji bo ferhengokek a li ser derûnînasiyê veqetandine û her wiha diyar kiriye ku di her hejmarê de dê cih bidin ferhengokek bi vî rengî.
Ji bo têkilî:
Tel: 0421-999 12 55
E-mail: ajansjj@gmail.com, psychologykurdi@gmail.com