Diyarname
Hevserokê HDP'ê ji bo ligel rêvebereyên Yekîtiya Ewropayê (YE) hevdîtinan bike di navbera rojên 14-17'ê pûşperê de dê li Bruksel û Strasbourgê be.
Cîgirên Hevserokan Hişyar Ozsoy û Mebûsa Şirnexê Leyla Birlik jî ligel Demîrtaş dê biçin Ewropayê.
Li gor bernameyê Demîrtaş dê li Serokê Parlemena Ewropayê Martin Schulz, Nûnera Bilind a Polîtîkayê Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YE'yê Federica Mogherini û Konseya Serokatiya PES'ê (Partiya Sosyal Demokrat a Ewropayê) û Roportora Parlemena Ewropayê ya Tirkiyeyê Kati Piri re hevdîtinan bike.
Hat gotin ku Demîrtaş li ser biryara destnedana mebûsan ku li Meclisa Tirkiyeyê hat rakirin, şîdeta ku li Tirkiyeyê zêde dibe û encamên dê derên dê hevdîtinan bike.