TUSÎAD: Di zûtirîn demê de koalîsyonê çêkin
Stenbol
TUSÎAD'ê li ser rewþa dawî daxuyaniyeke weþand û got: "Êdî tehemula kesî vegere teror û þîdeta wekî serdema berê, tehamulê êrîþ û cenazeyên þehîdan nemaye, divê Zûtirîn demê de aþtiya civakî û hizûr bê çêkirin."
TUSÎAD'ê di daxuyaniya nivîskî ku weþand de got ku divê hewldana lihevkirina ji bo çêkirina hikumetê bidomin û bi qasî ku mimkûn be di zûtirîn demê de hikumet bê avakin û ew hikumet di warê demokratîkbûn, aborî û civakî de gavên pêþketî biavêje.
Van rojên dawî wekî TUSÎAD'ê saziyên kar û sanayî yên din jî li ser rewþa aboriya Tirkiyeyê disekinin û diyar dikin ku aborî ber bi xirabiyê ve diçe, ji bo vê jî ne hilbijartineke nû, lê divê hikumetek ji koalîsyonê bê çêkirin. MUSÎAD ku nêzî hikumeta AKP'ê ye, wan jî demek berê banga çêkirina hikumetek kiribû. Her wiha dawiya vê hefteyê TURKONFED'ê jî heman bang kiribû.