Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de ji bo tîmên derketibûn çarîk fînalê pişke hat kişandin. Pê re jî di encama vê de yên di nîv fînalê de dê bibin reqîbên xwe jî diyar kirin.
Îro li navenda TFF'ê ya li Rivaya Stenbolê pişke hat kişandin. Maçên çarîk fînalê rojên 27, 28 û 29'ê reşemiyê dê bêne lîstin.
Encama pişkeyê wisa çêbû:
- Trabzonspor- Başakşehir
- Beşiktaş- Konyaspor
- Ankaragucu-Fenerbahçe
- Galatasaray- Fatih Karagumruk
Di çarîk fînalê de tenê maçek tê lîstin. Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin.
Tîmên serketî yên maçên Ankaragucu-Fenerbahçe, Beşiktaş-Konyayê dê ji bo nîv fînalê bibin reqîbên hev. Li aliyê din tîmên serketîn ên maçên Trabzon-Başakşehir, Galatasaray-FatihKaragumrukê dê bibin reqîbên hev.
Nîv fînal bi du maçan tê lîstin û di encama du maçan de fînalîst diyar dibin.