Hevpeyvîn: Fêrgîn Melîk Aykoç
Piştî heft salan Helîm Yûsiv romanek din pêşkêşî xwendevanên xwe kir: "99 Morîkên Belavbûyî". Roman ji Weşanên Peywendê derket.Ji bo vê yekê me li derî Helîm Yûsiv da û ev hevpeyvîn derket holê. Kerem bikin..
Dem baş! Helîm Yûsiv li pey heft sal li ser romana serkeftî “Gava Ku Masî Tî Dibin” re desrbas bûn, bi romaneke derûnî derket pêşberî xwendevanan, ji bo niviskarekî ev ne demeke dirêj e?
Belê, bê guman ji bo nivîskarekî ku mîna nivîskaran dijî demeke dirêj e, lê ji bo nivîskarekî ku şert û mercên jiyana wî ne ji bo xwendinê, ne ji bo nivîsandinê û ne jî ji bo afirandinê ne alîkarin, demeke ne dirêj e. Ji bo min jî, wekî nivîskarekî ku rojê bi kêmanî heşt demjimêran ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe bike, demê winda dike ne demeke zêde dirêj e. Nexasim ku di wê navberê re pirtûka min a çîrokan ya “Auslander beg” jî derketiye.
Çîrokên romanên te yên berê tev de li welêt derbas bûne, lê çîroka romana “99 Morîkên Belavbûyî” ji welêt berê xwe daye koçberiyê û jiyana karekterê te li der û dertûlê biyanî qediyaye. Helîm Yûsiv jî ji xaka xwe qetiyaye, niha li Almanyayê dijî, mirov dikane bibêje ku fikr û ramana afirandina romanekê bi jiyana nivîskar re têkildar e?
Rast e, nivîskar bixwaze nexwaze wê rewşa jiyana wî ya taybet siya xwe bavêje ser bûyer û karekterên romanên wî jî. Ji ber ku min “Sobarto” berî derketina ji welêt nivîsandiye, pêjna jiyana li Ewropayê jê nayê. Berevajî “Tirsa bê diran” tevî ku mijara sereke serhildana Qamişlo ye, lê dîsa jî nîvê dawî yê romanê li Ewropayê diqede, “Gava ku masî tî dibin jî” bi derketina Masî ji welêt re bi dawî dibe. Di “99 morîkên belavbûyî” de hemû bûyer li Ewropayê diqewimin û bûyerên li welêt tenê di riya bîranînan re têne holê. Min tu pilaneke wiha nekiribû ku ez romanên bi vî awayî binîvisînim, lê guherandinên ku di jiyana min a taybet de çêbûn, bûyerên romanên min jî di bin bandora xwe de dihêlin.
Di roman û çîrokên te de hema bigire Amûdê cigeha sereke ye. Di romana “99 Morîkên Belavbûyî” de jî çîroka karekterê romanê Azad li Amûdê dest pê dike. Çima Amûdê ne bajarekî din?
Ji bajarekî bi wêdetir, Amûdê xwe mîna sembolekê dide pêş. Sembola cihê jidayikbûnê, cihê zarotiyê, cihê teşqeleyên ciwaniyeke ku hergav li kalbûnê dilukume, cihê pîrbûneke ku girêza ciwaniyê bi devê wê dikeve, cihê yekem ku dikare bilind bibe asta welatekî. Amûdê di romanên min de carinan hemû Kurdistan e û carinan jî hemû cîhan e.
Karekterê romanê Azad li Almanyayê du salan di perwerdeyeke fêrbûna ziman re derbes dibe û dibe wergêr. Nivîskar Helîm Yuûiv jî li pey perwerdeyekê dibe wergêr û ev demeke dirêj e ku wergerî dike. Azad hetanî çi radeyî nivîskar bi xwe ye?
Ez ne Azad im, lê di her hevokeke wî de perçeyek ji giyanê min heye. Azad jî ne ez im, lê di gelek rawestgehên jiyana wî de dîmenên jiyana min a taybet xuyanî dikin. Ez xwe ji Azad bêrî nakim, lê ez ne ew im jî. Balkêş e, her ku romaneke min derdikeve tê gotin ku kesê sereke yê romanê ez bi xwe me. Tev ku her romanek ji ya din cudaye.
Bêguman ne tenê kesên bi pirsgirekên derûnî hatine Ewropayê û karê gelekan jî lêhatiye. Çima te tenê karekterên bi pirsgirekên derûnî hilbijart?
Kurd hemû xwedî pirsgirêkên derûnî ne. Ji siyasetmedarên wan bigre, hetanî bi rewşenbîrên wan, ji şivan û gavanên wan bigre hetanî bi profesor û akademiyên wan, ji feqîrê wan bigre hetanî bi zengînê wan, her yek bi awayekî “nexweş e”. Dagirkerî ya demdirêj û jiyana ku ji dema jidayikbûnê heta mirinê di koletiyê de derbas dibe, tenê dikare mirovên xwedî pirsgirêkên derûnî li pey xwe bihêle. Karekterên romanên min jî piraniya wan kurd in.
Romana “99 Morîkên Belavbûyî” li gor jê dihat hêvîkirin, di nava çapemenî û xwenêran de olan da yan na?
Roman nû derketiye û heta niha kêm tişt li ser hatine gotin. Ji bo derxistina romaneke nû bi kurdî, ez bi xwe ne li hêviya tiştên mezin im û di vê derbarê de ne li benda tu suprîsan im.
Heta niha li ser romana “99 Morîkên Belavbûyî” di warê rexnegiriyê de tu nirxandinên balkêş û berfireh hatin kirin, yan na?
Na, nehatine kirin û ez bawer nakim ku bêne kirin jî.
Dema mirov romanê dixwîne, ne xuya ye ku Azad li welêt kîjan dibistan qedandiye (xwendiye), lê li Almanyayê dibe wergêrekî baş û wergêriya nexweşên derûnî dike. Wergêriya derûnî perwerdeyeke akademîk dixwaze, gelo ev ne kêmasiyek e?
Azad wergerekî devkî dike. Li nexweşxaneya nexweşiyên derûnî axaftina di navbera nexweşan û derûnînasan de dike. Ji bo wergereke wisa tu pêdivî bi perwerdeyeke akademîk tune ye. Eger wergereke nivîskî û di derbarê lêkolîn û termolojiya derûniyê de ba, dibe ku bêyî wê perwerdeya ku tu dibêjî nikarîba.
Mêrên rojhilatî bi giranî daxes in, kêliya hezkiriyên wan îxanet dikin, dinyayê hildişînin, lê Azad lihevşabûna Bêrîvan û Yasîno dibîne, tenê di xwe de dikesire û ji wir winda dibe, wê tizbiya wê wekî diyarî dabûyê, naqetîne navêje, têkiliya xwe û Yasîno jî qut nake. Li gor ananeyên welatê helwesteke wiha nerm ê anorşikîner ya mêr destdayî ye?
Eger tu li romanê vegerî tuyê bibînî ku Azad soz daye Yasîno ku ew tiştekî neke. Dema tê û diqewime, ew neçar dimîne ku xwedî li soza xwe derkeve, ji loma êrîşî wan nake. Azad bawer nedikir ku wê hezkiriya wî bi vê rehetiyê têkeve hemêza kesekî din, lê gava hat û bû ji veciniqandina têkçûna xwe êdî bêdeng ma. Azad dizanîbû ku evîna wî êdî têkçû û veger nemaye. Dizanîbû ku êrîşkirin û tolhilanîn jî wê nikaribin evîna wî lê vegerînin. Tenê ew di destê wî de mabû ku êdî têkiliya xwe bi Yasîno re bibire, pişta xwe bide wê têkçûnê û dest bi dermankirina birîna xwe ya xedar bike. Mana tizbiyê pêre qebûlnekirina têkçûna her tiştî ye di evînê de û berdewamiya girêdana giyanî ye bi xwediya tizbiyê re.
Li gor herikîna romanê têkiliya Azad û tu siyasetê tune, tu tewaneke wî ya polîtîkî jî di romanê de xuya nake, lê dîsa jî tê girtin û di îşkenceyan re derbas dibe. Gelo di romanê de hin çalakiyên siyasî yê Azad bihata vekirin wê ne baştir ba?
Jixwe paradoksa ku Azad dixwaze ragihîne ew e, ku ew ji welatekî wisa tê hewce nake ku tu çalakvanekî siyasî bî hetanî ku tu bêyî girtin û îşkencekirin. Li welatê ku Azad jê tê, tenê tu mîna xwe bî, wisa xwezayî bî, ne kole û ne teriya tu kesî bî, tuyê rastî êrîşên rêjîmê bê. Rêjîma li welatê wî desthilatdar e, rêjîmeke wisa ye ku nikare mirovekî saxlem û şiyar û xwedî nirx tehemul bike.
Gumana Sandrayê ya di derbarê mêran de jî li ser meyla kêşeyên derûnî ye. Ji ber nexweşiya bavê xwedanê pirsgirêkan e. Gelo ew bijûn ba hinek hevsengî di navbera wan de çêba, lê ji ber çandên cuda li hev nekirana, hê baştir nedibû?
Aloziya di têkiliya Azad û Sandrayê de derdikeve aloziyeke di navbera jin û mêran de ye, li her deverê cihanê û ji her neteweye û rengî. Berevajî ramana cudabûna kulturan ya ku te di pirsa xwe de behis kiriye. Pirsgirêkên di navbera jin û mêr de li her derê nêzîkî hev in. Ew jin yan ew mêr ji çi neteweyê yan ji çi çandê be.
Di romana kurdî de romanên polîsiye hema bigire tune, hinek mijara polîsiye jî bihata vekirin, li pey wê kujêr (di vir de Hisên e) bihata girtin, çêtir nedibû?
Ji ber ku roman bêhtir xwe dispêre derûniya kesên xwe yên ku beşdarî honandina tevna wê dibin, mijara Hisên û têkiliya wî bi bavê wî re, yan bi diya wî re hatiye ravekirin. Ji hêla tunebûna romanên polîsî ve, ez bi te re me. Ew jî cureyeke romannivîsandinê ye ku li Ewropayê bi taybetî hema hema di rêza sereke ya balkişandina xwendevanan de ye. Ew jî rengekî nivîsandinê ye ku xwendevanên wê pir in. Di kurdî de jî rê li ber vebe wê ji bo romana kurdî bibe dewlemendî.
Hin niviskarên cihanê, naveroka romanên xwe bi hevjîna xwe re parve dikin, yan jî berê bi hevjîna xwe didin xwendin, erêkirina hevjînê digirin hê diweşînin. Gelo te jî mijara romanê berê bi hevjîna xwe re parve kir, di hin mijareyan de fikra wê girt?
Carcan di dema nivîsandina romanê de û bi taybetî di wan mijar û bûyerên ku ez dizanim hevjîna min dikare bibe alîkar, ez wê tev li meselê dikim. Hin bûyer û çîrokên ji serbore û jiyana wê jî di nivîsandinên min de cih digrin. Lê, piştî ku nivîsandina roman biqede, ez bi hevjîna xwe nadim xwendin.
Morîkên winda jî dikanin bibin mijara romaneke din?
Na. Heta niha min biryareke wisa nedaye. Min pêncî û neh morîk dîtin û yeko yeko behsa wan kiriye. Yên mayî jî, yên winda, divê xwendevan li wan bigerin û wan bibînin.
Niha di destê Helîm Yusiv de çi xebat heye?
Romaneke nû heye, wisa jî çend kurteçîrok.
Bi sipasiya bersivan re pirseke dawiyê, tiştê ku tu bixwezî li vê hevpeyvînê zêdekî heye?
Sipasiyeke ji dil ji bo te û ji bo vê xwendina te ya bi hûrbînî ji romanê re, pêşkêş dikim


