Diyarname
Rojek wekî îro di sala 1898'an de danêrê rojnamegeriya kurdî Mîqdad Mîthad Bedirxan rojnameya bi navê "Kurdistan" derxist. Bi vê re serdema rojnamegeriya kurdî dest pê kir. Ji wê rojê de heta niha rojnamegerên kurd çi yên aliyên partiyan, çi yên serbixwe kedê didin. Û ji ber vê destpêkê rojnamegerên kurd îro wekî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz dikin. Em jî wekî koma Diyarnameyê ev 17 sal in keda xwe dixin nava vê kedê. Em pêşî Mîqdad Mîthad Bedirxan bi hurmet bibîr tînin. Û hemû hevalên me yên ku keda wan ketiye Diyarnameyê, û hemû rojnamegerên kurd, malavayî bo we jî. Roja we pîroz be.
21.04.2005... Diyarnameyê dest bi weşanê kir... http://diyarname.com http://youtube.com/diyarnamediyarname… https://twitter.com/diyarname1 http://facebook.com/diyarname diyarname@diyarname.com