Diyarname
Duh li Amedê di maça Amed Spor û Çorum Sporê de Amed Spor bi 2-0 têk çû. Li ser vê Rêveberiya Amed Sporê fature li teknîk dîrektor Ahmet Yildirim birî û dawî li peywira wî anî.
Li ser rêya şampiyoniyê Çorum Spor yek ji reqîbên sereke yê Amed Sporê ye. Loma jî maça duh di asta 6 pûanan de bû. Bi têkçûna Amed Sporê re ji bo şampiyonî tîmê derbeyek mezin xwar. Û piştî vê yekê, vê sibê klûbê biryara guhartina teknîk dîrektor Yildirim da. Klûbê ji bo keda Yildirim sipasiya wî kir.
Rêveberiya klûbê nava vê hefteyê dê teknîk dîrektorê nû eşkere bike. Rewşa Amed Sporê Amed Spor di Lîga Duyemîn Koma Spî de dilîze. Maçên hefteya 28'an hatin lîstin di encamê de Çorum Spor bi 51 pûanan yekemîn, Şanliurfa bi 50 pûanî duyemîn, Amed Spor bi 47 pûanan 3'yemîn e. Maçên hefteya 29'an roja 29'ê adarê têne lîstin. Amed Spor diçe Sêwasê û dê ligel Sivas Belediye Sporê bilîze. Di lîgê de 38 hefte hene. Yekemînê lîgê raste rast derbasî lîger jortir, yanê Lîga 1'emîn dibe. Tîmên di rêza 2'yemîn heta 5'emîn de cih bigirin jî maçên Play-offê dilîzin.