Diyarname
Dengbêj Feyzoyê Rizo li bajarê Krasnodar a Rusyayê îro mir. Du sal berê ji qansêrê mîdeyê emeliyet bûbû, lê van rojên dawî rewÅŸa wî giran bûbû. Cenazeyê wî li Krasnodarê dê bê definkirin.
Dengbêj Feyzoyê Rizo di sala 1954'an de li Vermezyara Erîwana Ermenistanê hatiye dinê. Malbata wî di koça 1915'an de ji Îdirê koçî Ermenistanê kiribû.
Feyzoyê Rizo 26 salan di Radyoya Erîwanê de kar kiribû. Di destpêka salên 2000'î de li Bakur beÅŸdarî gelek festîvalan bû. Wî ligel Egîdê Cimo gelek klam pêÅŸkêÅŸî hezkiriyên kurdî kirine. Ev her du kes di fîlmê "Vokda Lemon" ê derhêner Hiner Selîm de jî lîstibûn.
Cenazeyê Feyzoyê Rizo dê li Krasnodarê bê definkirin.