Stenbol
Hunermend Ferhat Tunç li ser binçavkirina xwe li ÎHD'ê daxuyaniyeke da çapemeniyê.
Tunç di daxuyaniyê de qala binçavkirina xwe kir û go ku ew rastî şîdeta polîsan hatiye. Tunç wisa got: "Tirkiye her ku diçe dibe dewleta polîsan."
Parêzerê Tunç, Ercan Kanar jî qala Zagona Selahiyet û Wezîfeya Polîsan kir û da zanîn ku vê yekê wezîfeyên mezin dane polîsan.
Kanar got ku piştî vê zagonê şîdeta polîsan zêde bûye û got: "Divê AKP vê zagonê di zûtirîn demê de biguherîne."
Seroka Giştî ya SDP'ê Fîlîz Koçalî, Endamê MP'ya DTP'ê Cemal Coşgun, Komeleya Federasyonên Dêrsimê, Lijneya Parastina Dêrsimê û Platforma Hunermendên Munzurê jî di daxuyaniyê de amade bûn û piştgirî dan Ferhat Tunç.
Hunermend Ferhat Tunç şeva borî tevî hevalê xwe Îsmaîl Ozen ku li restorantekê rûniştibûn hatibûn binçavkiri.


