Diyarname
Civîna Parlemena Nivîskaran a Ewropayê ku dê sê rojan bidome dest pê kir. Di parlemenê de nivîskarê kurd Helîm Yûsiv jî gotara xwe pêşkêş kir.
Civîna Parlemena Nivîskaran a Ewropayê li Stenbolê bi dehan nivîskar û bi dehan mêvanan li dar ket. Civîna parlemenê ku ji ber mêvanê rûmetê, xwediyê xelata Nobelê Vidiadhar Surajprasad Naipaul bû li Tirkiyeyê gelek nîqaş hatin kirin û di dawiyêde Naipaul nehat. Ji ber nehatina Naipaul gelek nivîskarên ku vexwendîbûn jî beşdarî civînê nebûn. Bi gotineke din beşeke girîng a mêvanan beşdarî civînê nebû.
Li aliyê de civîn bi beşdariya gelek nivîskaran li dar ket. Di serî de mêvanê rûmetê yê civînê Yaşar Kemal, nivîskar Adalet Agaoğlu, Hari Kunzru, İskender Pala, Jason Goodwin, Dogan Hizlan, Vikram Seth, Cevat Çapan û gelek kesên din beşdar bûn. Di civînê de nivîskarên kurd Helîm Yûsiv û Şeyhmus Dagtekin jî hebûn.
Civîn bi merasimê vekirinê li dar ket. Merasima ku pêşkêşvaniya wê lîstikvan Yetkin Dikinciler dikir, Serokê Ajansa Paytexta Ewropayê ya 2010 Stenbolê Şekip Avdagiç, nivîskar Dogan Hizlan, Murat Belge, Adalet Agaoglu, Hari Kanzru, İskender Pala û Vikran Seth axaftin kirin.
Nivîskar Kunzru di axaftina xwe de got ku Naipaul nehat vê derê, di destê mede ji bîlî anîna ziman a xemgîniya xwe tiştek nîn e û li ser Tirkiyeyê jî wisa got: "Ez dixwazim Orhan Pamuk û Hrant Dink bibîr bînim. Bi xala 301'ê xwestin ceza bidin wan. Bi ya min di encamnameya ku em amade bikin de divê li ser xala 301'ê tiştek hebe. Ev xal nivîskaran didarizîne. Tu nivîskarekî/e Ewropayê nixwaze di bin tirsa madeyeke wisa de nivîsê binivîse."
Piştî axaftinan civînê bi lidarketina komîsyonan û pêşkêşkirina gotaran dom kir. Di komîsyonê de nivîskarê kurd Helîm Yûsiv jî gotara xwe ya bi sernavê "Sînorên wêjeya Ewropayî" pêşkêş kir.
Civîna ku 25'ê mehê dest pê kir roja 27'ê mehê bi pêşkêşkirina "Encamnameyê Stenbolê" dê bi dawî bibe.
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeya eleqedar:
- Di Parlemena Nivîskarên Ewropayê de nivîskarên kurd