Diyarname
Ji bajarên Tirkiyeye 30 hezar dermanfiroş li Enqereyê hatin cem hev û doza mafê xwe kirin.
Yekîtiya Dermanfiroşên Tirkiyeyê (TEB) tevî 51 odeyên dermanfiroşan ên li Tirkiyeyê îro li Meydana Koleja Enqereyê mîtîngeke li dar xistin. Serokê TEB'ê Erdogan Çolak got: "Sibê li meclisê li ser butçeya tenduristiyê hevdîtin pêk tê. Kes ne li dû ye ku butçeya tenduristiyê zêde bikin. Dixwazin zagona dermanfiroşiyê biguherînin û eczexaneyan pêşkêşî sermayedaran bikin. Xwediyên sermayeya mezin îro nexweşxaneyan dikirin sibê dê eczexaneyan bikirin. Şîrîkatiya eczaci-eczaci rê li ber vedike ku eczacîtî bibe şîrket, li ber destekî bê cem hev û pêşî li destguherînê veke. Tirsa me ew e ku ew dest dê ne destê dermanfiroşan be. Dê bikeve destê fîrmayên dermanan ên mezin ên pirneteweyî. Em naxwazin eczexane bibe ticaretxane."
Erdogan Çolak got ku ev mîtîng ne mîtînga dawî ye û dê bibe ya yekemîn û ev tişt lê zêde kir: "Dixwazin mafê me yê pîşeyî ji dest me bigirin, emê destûr nedin vê yekê. Bila yên li hemberî me bibihîzin, em ji bo têkoşîneke mezintir amade ne."
Mebûsê DTP'ê Osman Ozçelik, mebûsên CHP'ê Çetin Soysal, Sacid Yildiz, Tekin Bingol, Kemal Demirel, Abdulaziz Yazar, mebûsê DSP'ê Tayfun İçli jî ji bo piştgiriyê beşdarî mîtînga dermanfiroşan bû.
Dermanfiroşan di mîtîngê de pankartên "IMF dest nede tenduristiyê", "Komir belaş e, tenduristî bi pere ye", "Sermaye bicehime, eczexane yên me ne", "Derman li derveyî eczexaneyê û bi reklamê nayê firotin", "Protokola girtina dermanê peymana koletiyê ye" vekirin.