Diyarname
Hunermend Arjen Brûsk vê carê bi projeya xwe ya "Konsera Govendên Kurdî" li Stenbolê derdikeve pêşberî hunerhezan.
Arjen Brûsk dansger, muzîkar, mamoste, koreograf, pêşkêşvan, hunermendê performansê ye. Ew ji Beşa Dansên Gel ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bûye û ev demek dirêj e li ser dansên gel, kareografî û hunerên cur bi cur dixebite. Brûsk ku berê jî "Konsera Govendên Kurdî" li dar xistibû, bi vê xebata xwe careke din derdikeve pêşberî hunerhezan.
Konsera wî ya niha 16'ê vê mehê saet 21.00'an de li Taksîm Arjen Lupenê ye.