Diyarname
CEO'yên şîrketan der barê HDP'ê û hilbijartina 7'ê pûşperê de fikrên xwe anîn ziman.
Kovara Capital-Ekonomist bi 68 endamên CEO Clubê re li ser hilbijartinê axivî. Ev CEO'yên di asta bilind e rêveberên şîrketan e gotine ku dê HDP bendavê derbas bike. Sedî 75'î gotiye ku pirsgirêka HDP'ê ya bendavê nîn e û ew dê bendavê derbas dike. Ji van sedî 70'yî gotiye AKP dê dengan winda bike lê dîsa jî ew bi tena serê xwe dê bibe desthilatdar. Sedî 27 dibêjin dê AKP bi tena serê xwe nikaribe bibe desthilatdar.
Nivîskarê Hurriyetê Ugur Gurses encama vê anketê ragihand. Vaye ji anketê hin notên din:
- Sedî 92'yê CEO'yan gotiye divê serokdewletî nebe.
- Sedî 51 gotinên CHP'ê yên hilbijartinê rasteqîn dibînin, sedî 29 yê AKP'ê, sedî 12 yê MhP'ê û sedî 7 ên HDP'ê.
- Li ser pirsa 'Bi ya we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê niha çi ye?" sedî 45 gotiye hêdî mezinbûna di warê aborî de, sedî 34 gotiye nediyarbûna peşeroja siyasî, sedî 10 bilindbûna dolarê, sedî 4.5 betalî.