Diyarname
Şaredara Gevarê Rûken Yetişkin ku 7 meh û 10 roj cezaya hepsê lê hatibû birîn, kete girtîgehê. Yetîşkîn duh kete girtîgehê.
Di 2004'an de DTP'ê li Bagcilara Stenbolê şahiyeke li dar xistibû. Şaredara Gevarê Rûken Yetîşkin ku wê çaxê di nav amadekarên şahiyê de bû der barê wê de doz hatibû vekirin û di encamê de dadgehê cezaya 7 meh û 10 roj a hepsê lê birîbû. Duh girseyeke Yetîşkin şand girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E. Şaredar Yetîşkîn li vê derê axaftineke kir û wisa got: "Bila me bigirin, tewqîf bikin. Emê zêdetir bibin. Bila me bikujin, emê dîsa xurtir bibin."