Stenbol
Li Kadikoya Stenbolê zarokek 13 salî destmal difrot, zabetiyên şaredariyê hat, revî, ket bin erebeyê û mir.
Bulent Çalikiran zarokek 13 salî bû. Li Kadikoya Stenbolê ji bo alîkariya debara malê bike destmal difrot. Serê sibê bêyî haya wî jê hebe dê çi bê serê wî tevî hevalê xwe Mehmet Ali Kilinç derketin kuçeyê û li aliyê Pira Koşuyoliyê dest bi firotina destmalan kir. Piştî demek zabiteyên Şaredariya Kadikoyê hatin. Kurik reviya, lê wê demê ketibû ser reya E-5'ê û erebeyek li zarok da, zarok mir.
Zarok Bulent Çalikiran diçû dibistanê, lê rojên ku dibistan nîn bû derdiket kuçeyan û destmal difrot.
Bavê zarok da zanîn ku berpirsê mirina zarokê wî şaredariya Kadikoy e
Ji cnnturkê hatiye girtin