Diyarname
Hozan Aydin ku ji ber qeyrana dil rakiribin nexweşxaneyê, niha rewşa wî baş e. Ew derxistine odeya normal û li ser xwe ye jî. (Ev not 21'ê mehê serê sibê me li vê nûçeyê zêde kir)
***
Hozan Aydin li Berlina Almanyayê bi qeyrana dil ket û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hozan Aydin duh bi qeyrana dil dikeve û wî radikin Nexweşxaneya Kopenickê. Li vir di encama tehlîlan de eşkere dibe ku 3 rehên wî xitimîne, bi anjiyoyê wan vedikin. Li gor agahiya doktoran piştî vekirina van her sê rehan rewşa talûkeya mirinê rabûye, lê ji ber ku hê î rehek din a xitimandî heye, rewşa wî krîtîk e.
Hozan Aydin ê 62 salî niha li beşa nexweşên giran de di bin çavdêriya doktoran de ye.


