Diyarname
Li Tirkiyeyê her sal hejmara dixtoran kêm dibe. Li Tirkiyeyê ji hezar û 400 kesî re dixtorek dikeve.
Wezareta Karê Tenduristiyê "Rapora Pêşketina Guherîna Tundiristiyayê ya Tirkiyeyê" weşand. Li gor raporê li Tirkiyeyê serê hezar û 400 kesî re dixtorek dikeve. Bi vê reqemê Tirkiye di nav 53 welatên Ewropayê de di rêza jêr a 52'yan de ye.
Niha her sal Zankoyên Tibê yên li Tirkiyeyê 4 hezar û 500 kesî mezûn dikin lê ev reqem ji bo hemweyatiyên Tirkiyeyê têrê nake. Ji bo tixtor têrê bikin ev zanîngeh divê salê 14 hezar heb dixtorî bigihînin
Ger mirov Tirkiye û Almanya, Spanya, Îtalya, Fransa, Slovakya û Danimarkayê bide ber hev li Tirkiyeyê ji van zêdetir Zankoyên Tibê (bi giştî 52 heb) hene lê dîsa jî hejmara dixtoran gelek kêm e. Li Tirkiyeyê dixtor kêm in lê li zanîngehan hîndekar pir in. Di 24 salên dawî de 5 qat hejmara hîndekaran zêde bûye lê hejmara xwendekarên ku li zanîngehên tibê dixwînin zêde nebûye. Li Almanyayê serî 23 xwendekarî hîndekarekî/e dikeve, lê li Tirkiyeyê serî 3,6 xwendekarî hindekarekî dikeve. Digel vê jî Tirkiye encax ji sisêyan yekê Ewropayê dixtoran digihîne.
Li gor hesaba zêdebûna serjimariyê di sala 2023'yan de dê pêdiviya Tirkiyeyê bi 200 hezar heb dixtorî hebe.