AMED
BDP, KCD, HAK-PAR, KADEP, Komeleya Nûbihar, Mazlûm-Der, ÎHD, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Suryaniyan, Odeya Bazirganiyê ya Amedê, GUNSÎAD, TZPKurdî û bi qasî 20 partî û rêxistinên civakî der barê peşveçûnên dawî de li Salona Resepsiyonê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn.
Hevseroka KCD û parlamentera Wanê Aysel Tugluk, Serokê Koma BDP'ê û parlamenterê Culemêrgê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê KADEP'ê û parlamenterê Amedê Şerafettîn Elçî, parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk û gelek nûnêrên partî û saziyên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Elçî ve hat xwendin. Elçî wiha axivî: "Desthilatdariya siyasî di çaresernekirina pirsgirêka kurd de israr dike û di encamê de di rojên dawî de pêla şîdetê derketiya asta jor û ev yek jî tenê nabe sedema mirinan. Her wiha bijarkeya çareseriya demokratîk û aştiyê jî tê tehdîtkirin."
Elçî da zanîn ku li hember buyerên dawî daxuyaniyên berdevkê hikumetê hatiya asta fikaran.
'Tevdîrên ewlehiyê tên wateya rijandina xwînê'
Elçî balkişand ser êrîşên Tirkiye û Îranê yên hevpar û diyar kir ku hin hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin van êrîşan. Şerafettin Elçî got ku di dema ku ji nÛ ve teşe didin Rojhilata Navîn de, Tirkiye û Îran dixwazin bi êrîşên destkefteyên kurdan têk bibin. Elçî wiha dom kir: "Raya giştî, bi taybet jî daxuyaniyên birêz Serokwezîr ku bi hestê tolhildanê tevdigere û konsepta nû ya ewlehiyê bi fikar dişopîne. Tê zanîn ku heman konsept di salên 1990'î de jî di bin navê "şerê giştî" de hat ceribandin lê vê yekê xizmetê çareseriyê nekir. Raya giştî ya kurd, tirk baş dizanin ku hemû tevdîrên ewlehiyê tên wateya zêdetir rijandina xwînê, rondikên çavan, kişandina êş û binpêkirina mafan. Ji bo dîtina vê û devjêberdana rêbazên şîdetê gelek cerebe û sedem hene."
'Divê operasyon raweste'
Elçî bilêvkir ku divê hikumet pêvajoyeke demokratîk ya rasteqîn bide destpêkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavan biavêje û wiha dom kir: "Divê şerê ku pêşerojê tarî dike raweste, mafên gelê kurd divê bê qebûlkirin û her wiha ji bo azadî û wekhewiyê divê makeqanûneke nû bê amadekirin. Her wiha di zûtirîn demê de divê rondikên dayikan bêne rawestandin. Daxuyaniyên ku di nav civakê de dibin sedema aciziyê divê neyên kirin. Em wekî saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî yên kurd û tevgerên kurd carek din dibêjin ku pirsgirêka kurd bi polîtîkaya şer û şîdetê nayê çareserkirin. Çareserî tenê bi gavên demokratîk û aştiyê pêk tê. Ji bo çareseriyê divê cih de operasyon bê rawestandin û divê PKK jî çekên xwe bide rawestandin."
'Ji bo çareseriyê hevdîtin'
Piştî daxuyaniyê rojnamegeran pirsa çûyîna Îmraliyê ya Selahattîn Demîrtaş jê kir. Demîrtaş, got ku wekî heyet em daxwaz dikin ku biçin Îmraliyê, heke bersivek erênî bê dayîn ev dê pêşketineke girîng be, lê heya niha bersiveke erênî nehatiye dayîn.
Demîrtaş, got ku "Heke çûyîn pêk bê dê blok jî, BDP û KCD jî nêzîkatiya xwe ya pêvajoyê, ji bo çareseriyê ya bi diyalogê dê parve bikin. Hevdîtina ku pêk bê dê zirarê nede kesî."
Demîrtaş pirsa rojnamegeran ya gelo dê piştî betlaneyê biçin meclisê an na bersivand û wiha got: "Birêz serokwezîr dema her carê me vedixwîne meclisê em her tim vê bi bîr dixin, me meclis terk nekiriye."
Selahattin Demîrtaş diyar kir ku tevlî xebatên lijneya giştî dibin û wiha got: "Wekî fermî di meclisê de koma BDP'ê heye. Ger mecala serokwezîr hebe bikeve malpera meclisê dê bibîne ku komeke BDP'ê heye. Ji ber vê yekê me meclis terk nekiriye. Serokwezîr mijarê berovajî dide nîşandayîn û bi taybetî jî çûyîna meclisê bi zimanekî provokatîf xira dike. Me biryar û helwesteke siyasî nîşandabû."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


