Piþtî rizgarkirinê notên ji Girê Spî
AHMET SUMBUL - GIRÊ SPÎ - ANF
Rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyad) a xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji bo kurdên li Rojava, gelên ereb, tirkmen, suryanî, ermenî û çeçen ên li herêma Rojava dijîn û ev 3 sal in þerê man û nemanê didin, di asta þoreþê de girîng e. Vê serketinê hem her du kanton gihandine hev, hem jî çavkaniya peydakirina endaman a DAIÞ'ê çikandiye. Rizgarbûna Girê Spî, ji bilî alîgirên DAIÞ'ê, kêfa her kesî aniye.
Tirkmen û erebên li navçeyê ku piþtî rizgarkirina Girê Spî di roja destpêkê de ketin nava fikra 'wê ji niha û pê ve çi biqewime', hêdî hêdî wê tirsê ji ser xwe diavêjin. Di roja duyemîn de mirov derketin kolanan, kargehên xwe vekirin û herikîna asayî ya jiyanê, dewam dikin.
YÊN DESTPÊKÊ KETIN HUNDIRÊ NAVÇEYÊ TABÛRÊN JIN ÊN YPJ'YÎ BÛN
Dema em diçin Girê Spî, em dibînin ku pira li ser rêya Serêkaniyê hatiye xerakirin. Ev pir, di dema destpêkirina þer de ji aliyê DAIÞ'ê ve hat teqandin. Lê belê di demeke kurt de hat çêkirin û maþînên leþkerî di ser vê pirê re derbasî Girê Spî bûn. Her wiha li ser rêya asfaltkirî jî, kort tên dîtin. DAIÞ'ê li van deran jî mayîn bicih kirine. YPG'ê dema xwest ji Serêkaniyê biçe navçeyê, ev rêya asfaltkirî bikar neanî û bi giranî erdê vala ji xwe re wekî rê bikar anî. Bi vî rengî pêþî li xeteriya mayînan girt. Mayînên li ser rê piþtre hatin teqandin. Yekîneyên destpêkê yên ketin nava navçeyê tabûrên jinê yên YPJ'ê bûn.
ÞOPA DAIÞ'Ê LI HER DERÊ YE
Hemû daîreyên fermî yên ji aliyê DAIÞ'ê ve hatin bikaranîn, di bin kontrola YPG'ê de ne û wekî biryargehê tên bikaranîn. Malên serçeteyên DAIÞ'ê jî. Dibêjin ku serçeteyên DAIÞ'ê yên Tûnisî, Lîbyayî û Siûdî bi hevserên xwe û zarokên xwe re li van malan mane. Piþtî ku Girê Spî hat rizgarkirin, ev cih êdî bûn malên gel.
Saziyên fermî hê dest bi xizmetê nekirine. Lê belê xebatên ji bo vê dewam dikin. Rojeva destpêkê avakirina yekîneyên asayîþê û xebatên þaredariyê ye.
Ji ku ber ku DAIÞ'ê di dema reva ji navçeyê de li gelek gund, kargeh û mal mayîn û bombe bi cih kir, xebatên lêgerîn-paqijkirinê dewam dikin. Kargehên guman jê tê kirin, tê îþaretkirin. Gund jî, piþtî qedandina xebatên lêgerînê ji gundiyan re tê vekirin.
Xeteriya DAIÞ'ê bi giranî ji holê rabûye. Lê belê hînê li herêma 25-30 kîlometre li baþûrê navçeyê operasyon û pevçûn dewam dikin.
Li navenda navçeyê, qefesa ku DAIÞ'ê mirovên cixare vedixwarin ji bo ceza bike du rojan lê ragirt, hînê li þûna xwe ye.
Di lêkolînên li malan de bi hezaran belgeyên DAIÞ'ê hatin bidestxistin. Di nava van belgeyan de îkametgehên demkî yên Tirkiyeyê daye endamên DAIÞ'ê jî hene.
CIWANÊN EREB BI YPG'Ê LI DIJÎ DAIÞ'Ê ÞER DIKIN
Li Girê Spî em bi sedan ciwanên ereb ên li nava refên YPG'ê þer dikin rast tên. Gelek ji wan ji Kantona Cizîrê hatine. Hin jê nû tevlî bûne, hin jî ev 2 sal in di nava YPG'ê de ne.
Fermandarê Tabûra YPG'ê Ahmet Aþûkarî, Deham Hemîd û Mistefa Mihemmed ên di bin fermandariya xwe de nîþan dide û dibêje, "Ev leþkerên min ên ereb in. Ev 2 sal in em bi hev re li dijî DAIÞ'ê di heman çeperê de mil bi mil þer dikin."
Þervanê ereb Deham Hemîd anî ziman ku DAIÞ ev du sal in herêm veguherandiye goka ji agir û destnîþan kir ku þerê li dijî van çeteyên dijminê mirovahiyê ferz e. Hemîd diyar kir ku yekane hêza li hemberî van disekine YPG ye, lewma ew jî bi YPG'ê re tevdigere.
Li Girê Spî gelek ereb li nava refen YPG'ê ne. Her wiha em li þervanên çeçen û MLKP'ê jî rast tên.
DEST JI 'XENÎMETAN' BERDAN Û REVIYAN
Dema li nava kolanên Girê Spî digerin, li dikanên di binê avahiyên serçeteyên DAIÞ'ê lê diman de em gelek eþyayên malê û eþyayên taybet ên bi zorê ji gel hatine stendin, dibînin. Þervanên ereb dibêjin, ev xenîmetên ji malên kurdan hatine dizîn. Di nava 'xenîmetan' de tejik, klîma, komputer, amûrên malê yên bi elektrîk, wêneyên dawetê, pêlîstok jî hene.
Fermandarê YPG'yî Ehmed Aþûkarî malên ji aliyê serçeteyên DAIÞ'ê ve hatin bikaranîn nîþan da û got, "Li van deran bi hevser û zarokên xwe re dijiyan. Hin ji wan du sê hevserên wan hebûn. Serçeteyekî ji Tûnisê bi keçeke êzidî ya 9 salî ya ji herêma Þengalê hat revandin re mehra xwe kir û li van xaniyan dijiya. Piþtî ku ev der ji dest wan çû, keç jî revand û çû Reqayê. Me nekarî zevt bikin."
BAJAROKÊ SILÛKÊ BÊDENG E
Bajarokê Silûkê yê piraniya þêniyên wê ereb û tirkmen e, bû cihê pevçûnên giran. Bajarok 18 kîlometre li aliyê baþûr-rojhilatê Girê Spî ye. Li pêþiya bajarokê Silûkê tabelayên DAIÞ'ê û flamayên li avahiyan xuya dikin. Piraniya mirovên li vir ji tirsa ev der terikandine. Ev herêm ji aliyê yekîneyên taybet ên YPG'ê ve tê parastin, tedbîrên tund ên ewlekariyê tên girtin. Ji ber hînê xeteriya mayînan ji holê nehatiye rakirin, mirovê li gund û malên xwe venegeriyane.
Erebên li vê derê naxwazin biaxivin. Bi þertê ku navê wan neyê nivîsandin û wêneyên wan neyê kiþandin, behsa pêkanînên DAIÞ'ê dikin. Dibêjin 'Eger navê me were nivîsandin û wêneyê me bê kiþandin, dibe ku DAIÞ vegere û me serjê bike' û fikarên xwe tînin ziman.
Erebên dibêjin ew ditirsin ku rojên berê werin û tînin ziman ku DAIÞ bi giranî ji çeteyên ji welatên 'cenebî' yên li Tûnis, Lîbya, Çeçenistan, Erebistana Siûdî û welatên rojavayî, pêk tê.
'KESÎ MALEKE KIRÊKIRÎ NEDA ME'
Piþtî azadbûna Girê Spî beþek ji medyayê nûçeyên 'YPG paqijiya etnîkî dike', 'Zext li Tirkmenan tê kirin' weþandin. Piþtî van nûçeyan li navenda navçeyê û gundan em bi tirkmenan re axivîn. Yek ji van tirkmenê bi navê Hemîd Þêxo Mahmûd ê beriya 30 salan ji herêma Ezazê hatiye li vir bicih bûye, ye.
Mahmûd anî ziman ku berî 2 salan dema DAIÞ'ê Girê Spî bi dest xist ew reviyan Tirkiyeyê û bi vî rengî behsa wê demê kir: "Piþtî ku DAIÞ'ê navçe bi dest xist, ji tirsa ku wê balafir vê derê bombe bikin em wekî malbatî ji sînor derbasî Tirkiyeyê bûn. Li navçeya Kaniya Xezalan, 5 roj û þevan em li ber dîwaran, li parkan jiyan. Tirkiyeyê hembêz li me vekir, deriyê sînor vekir, lê belê dewama wê neanî. Pereyê me hebû, em ne hewcedarê kesî bûn. Lê belê li Kaniya Xezalan kesî xaniyek ji bo kirêkirinê jî neda me. Dema me xwest xanî kirê bikin, ji me dixwestin ku em heqê 6 mehan yekser bidin. Halbûkî em hatibû vê derê, ku piþtî bidawîbûna xeteriyê vegerin cih û warên xwe. Bi malbatî em perîþan bûn. Piþtre me serî li rayedarên li Kaniya Xezalan dan, me ji wan re got ku dixwazin vegerin mala xwe. Derî vekirin û em vegeriyan. DAIÞ hat malê û ji me pirsî ku çima em çûne û çima vegeriyane. Me jî got ku ji tirsa bombebarana balafiran em reviyane. Tiþtek bi me nekirin."
'KURÊ MIN JI ALIYÊ DAIÞ'Ê VE HAT KUÞTIN'
Bav Mahmûd anî ziman ku di nîsana par de kurê wî Þêxo Hemîd ji aliyê DAIÞ'ê ve ji cihê kar hatiye wergirtin û qetilkirin û got, "Kurê min hînê 27 salî bû. Karê kirîn û firotina zibil dikir. Li ber cihê kar bi zorê kurê min li wesayîtê siwar kirin, xwestin lêpirsîna wî bikin, dema li ber xwe da li pêþ çavê neviyê min ê navê min lê kiriye, kurê min bi çekê kuþtin. Heta mirinê ez ê vê bûyerê ji bîr nekim. Piþtre hatin qaþo mehane bide hevsera kurê min. Lê belê min pereyê wan qebûl nekir. Niha ez hevser û zarokê kurê xwe xwedî dikim. Neviyê min ê ku kuþtina bavê xwe dît, hînê dema mirovekî bi çek dibîne direve malê û xwe vediþêre."
'ÎSRAÎLÊ JÎ ZILMEKE BI VÎ RENGÎ NEKIR'
Mahmûd anî ziman ku di þerê Sûriye-Îsraîlê yê 1973'an de di nava artêþa Sûriyeyê de ew leþker bû û tevlî þer bû û got, "Dema þer dewam dikin, me winda dikir. Leþkerên Îsraîlê xwe gihandin ber deriyê Þamê. Dema DAIÞ'ê dibînim, mîna ku leþkerên Îsraîlê dibînim. Di wê demê de Îsraîliyan jî ev hovîtî nekirin."
4 KES DEMA XWESTIN DERBASÎ TIRKIYEYÊ BIBIN MIRIN
Mahmûd da xuyakirin ku berî YPG Girê Spî azad bike, komên DAIÞ'yî hatine gundê wan û ji wan re gotin "PKK'yî tên, wê we bikujin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me ji wan re got, eger me bikujin jî em ê nerevin. Lê belê dîsa jî em çûn ser sînor, me nekarî þiba trenê ya li ser sînor derbas bikin. 4 rojan em li ber þiba trenê sekinîn. Di vê kêliyê de YPG'yî hatin di ber me re derbas bûn, ji me pirsîn ku pêwîstiyeke me heye yan na û ji pêþiya gundê me ketin nava Til Ebyadê. Li ser vê yekê tirs ji nava dilê me derket. Me dev ji çûyîna Tirkiyeyê berdan û em vegeriyan malên xwe. Lê belê dema em li ser sînor bûn, bi hezaran mirovên li benda derbasbûna Tirkiyeyê bûn, pirsgirêkên mezin jiyan. Li hemberî mirovên xwestin biçin Tirkiyeyê di destpêkê de av û gaz hat berdan, dûre jî leþkeran gule berdan. Di vê demê de, ji ber panîk û îzdihamê du zarok di binê lingan de man û jiyana xwe ji dest dan. Kesekî bi navê Abdulrezzaq ê emrê wî bi qasî min bû, ji ber guleya li sîngê ket, jiyana xwe ji dest da. Cesedê zarokekî di îzdihamê de winda bû jî, piþtî du rojan li qenalê hat dîtin. Li vê derê me ji mirovbûyîna xwe fedî kir. Lê belê tiþtekî ji destê me bihata tune bû."
'DI NAVBERA ME Û YPG'Ê DE PIRSGIRÊK NÎNE'
Mahmûd diyar kir ku berevajî îdîayan di navbera wan û YPG'ê de tu pirsgirêk tune ye û YPG'yî alîkariyê bi wan dikin û got, "Dema em 4 rojan li ser sînor man, koma destpêkê ya YPG'yiyan a hatin Til Ebyadê, hatine li mala me mane. Dema em vegeriyan, em li wan rast hatin. Ji me re gotin ku dema wan dîtine mal hatiye terikandin ew lê bicih bûne, mast û zebzeyên li saricnê xwarinê û ji min xwestin ku heqê xwe li wan helal bikim. Niha li jêra gundê me nuqteyên wan ên kontrolê hene. Dem bi dem tên û dipirsin ku pêwîstiyeke me heye yan na. Me ji DAIÞ'ê zilm dît, li pêþ çavê neviyê min bavê wî kuþtin. Me ji YPG'ê tu zerar nedît, kî dibêje me zerar dît, derewan dike."
DAIÞ'Ê HER ROJ MIROV DIKUÞT
Mahmûd anî ziman ku DAIÞ'ê li Girê Spî sûcê li dijî mirovahiyê dikir û got, "Her roj li navenda bajêr mirov dikuþtin. Li kolana bingehîn a bajêr li pêþ çavê gel mirov serjêdikirin. Serê mirovên hatin jêkirin jî li hesinên hawizê xemlê dadiliqandin. Carna ev seriyên jêkirî bi rojan li wir diman. Psîkolojiya zarokên me xera bû. Hin mirov jî diçûn lê temaþe dikirin. Dilê min nikarîbû xwe li vê rabigire. Ji ber vê yekê, di rojên mirov dihatin qetilkirin de ez diçim Til Ebyadê. Dema jinek li derve bi awayê ne li gorî wan kinc li xwe kirî didît, cezayê qemçîkirinê dida hevserê wê."
JINA TIRKMEN: EM Ê NEÇIN, EM Ê LI VIR BIMÎNIN
Jina tirkmen Salîha Hasan jî diyar kir ku ew di bin rêveberiya DAIÞ'ê de diman û got, "Em nikaribûn derkevin. Em neçar bûn rûyê xwe binixumînin. Dema me serê xwe derdixist derve, cîranên me îxbar dikirin. Dema li kolanan jinek didît ne li gorî dilê wan kinc li xwe kiribû, dest datanî ser nasnameya wê, li wê didan û digotin 'biçin malê'. Û dûre ya hevser, ya bav, yan jî zilmakî mezin wê malê tazî dikirin û cezayê 80 qemçî didan wî. Ji ber vê yekê jin bi çerþefê derdiketin derve. Yên li gorî vê tevnedigeriyan, dihatin cezakirin. Me zilma DAIÞ'ê dîtin, bila cîhan hemû vê zanibe. Em ê ji vir neçin ti cihî, em ê li vir bimînin."