Amed
Ofîsa Hilberînên Axê buhaya hilberînên îsal ji axê hatine rakirin eşkere kir. Lê cotkar li hemberî buhayên kêm nerazî ne.
Karkeran gotin ku ligel hilberînek baş girtine jî ji ber buhaya ku TMO'yê eşkere kiriye, wan zirar kiriye. Cotkaran daxuyand ku her tim ji ber polîtîkayên dewletê yên çandiniyê ew zirar dikin.
Karkerên par ji ber çolteriyê pirsgirêkên mezin jiyan, îsal jî cardin ji ber polîtîkaya dewletê ya çandiniyê bi gazinc in. Ofîsa Hilberînên Axê (OHA) buhayên hilberînên îsal eşkere kir. OHA`yê buhayê genimê nan ê pûşper, tîrmeh û gelawêjê serê tonê wekî 500 TL, yê rezberê 510 TL, yê kewçêrê 520 TL û yê sermawezê jî wekî 530 TL kişf kir. Cotkarên nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, daxuyandin ku ji ber polîtîkaya dewletê û bihayê hilberînan her tim zirar dikin.
Cotkar Hasan Gunduz diyar kir ku mesrefa li 100 donim erd kirî û pereyê dewlet dide hev pêşwazî nake. Gunduz diyar kir ku piştî AKP hatiye ser kar heta niha hilberînên çandiniyê her sal zem dibin lê bihayê dewlet ji van hilberînan re kişf dike jî her sal kêm dibe.
`GENIM DUQAT BUHA FIROTIN`
Gunduz, daxuyand ku ji ber hişkesaliya sala berê, deynê xwe yê banqayê nedaye û wiha got: "Me îsal kîloya genimê ji bo tovê bi 1TL`yan kerî, buhayê gubreyê jî bi 1200 TL`yan dan me. Tevî van îlacên zîraî jî bi buhayek bilind difroşin, lê ji bo berhemdarê çotkaran jî buhayek gelekî kêm didin. AKP ji dema ku hatiye desthilatdariyê heta niha gelek zor dan çotkaran lê tê xuyakirin ku li herêmê çandinî û xwedîkirina sewalan ku çavkaniya debara kesan e, dê bi dawî bikin. Niha min 30 ton genim li cihê komkirina bênderê hiştiye. Ez nafroşim, ji ber ku ez bi vî buhayî bidim ez dê nikaribim deynê xwe bidim. Hîna jî buhayê ku em deynê xwe bi dawî bikin, nedane me."
`TENÊ GUNDÊ XWE DIBÎNE’
Mahmut Kaplan, ku li Navçeya Melkîsa Amedê çotkariyê dike, anî ziman ku ji bo palehiyê pereyê ku bi de biçerê tuneyê. Kaplan, dazanîn ku tevî Wezîrê Karê Gund û Çandiniyê ji warê wan hatiye hilbijartin jî naxwaza pirsgirêkên çotkaran bibine û ev tişt gotin: "Êdî pereyê em bidin biçerê, ku pê keda xwe ya salekê ji zeviyan bidin hev jî, nemayê. Lewra zeviyên me ji bê aviyê, kêm bemhem didin. Kêm bûna buha jî me bi giştî şerpeze dike. Çotkar ji sala berê heta niha gelekî zorahiyan dikşînin lê wêzîrê karê çandiyê ku ji heman bajarê me ye ji bo wî hebûna ava li ser zeviyê wî têra heştiştî deke. Haya wî ji tengasiyê ku em dikşînin, nînen."
COTKAR EMANETÎ BAZIRGANAN E
Cotkarê bi navê Mehmet Akin jî diyar kir ku bi sedema kêm buhayê hububat a TMO`yê çotkar emanetî bazirganan hatine hiştin û wiha got: "Keda me ya salekê ku em li bendêne ji ber kêmbuhayê em dê bidin TMO`yê. Bazirganên ku çend quruşa zêde didin ji neçarî em didin wan. Vê carê jî pereyên me bi salan, nadinme. Ku hikumetê kar û qezeç a çotkaran li ber çavan bigirtana, çarenûsa çotkaran nedidan destê bazirganan. AMED-DÎHA
Ji Azadiya Welat hatiye girtin