Diyarname
Ji bo serîlêdana Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarîstê dem dest pê kir. Yêr bixwazin belgefîlmên xwe bişînin Documentaristê divê heta 17'ê meha avrêlê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
Documentarist ev 8 sal in li dar dikeve. Îsal dê di navbera 13-18 pûşperê de li dar bikeve. Ji îro û pêde yên bixwazin dikarin berhevmên xwe bişînin ber destên wan. Belgefîlmên ku bêne şandin divê di van du salên dawî de hatibin çêkirin. Ji bilî beşa nîşandayînê, Ddi Documentarist de belgefîlmê yekemîn yan ê duyemîn ê derhêneran têne nirxandin û têne xelatkirin. Her wiha yek ji van belgefîlman jî dibe berendamê FIPRESCÎ.
Documentarist her sal ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê belgefîlmên balkêş pêşkêşî temaşevanan dike û her sal ku derbas dibe eleqeya ji bo belgefîlman ji zêde dibe.
Ji bo serîlêdan û agahiyên berfirehtir:


