Cemil Oguz
Documentarist careke din ji Tirkiye û ji gelek welatên dinyayê belgefîlmên cur bi cur pêşkêşî temaşevanan dike.
"Rojên Belgefîlman a Stenbolê" bi kurtenavê xwe Documentarist îsal 8'emîn car dê roja 13'ê mehê li dar bikeve. Documentarist di warê nîşandan, gihandina temaşevanan a ji bo gelek belgefîlmên ciherek xebateke girîng e. Komek biçûk, bi kedeke mezin, bêyî piştgiriyeke aborî ya xurt her sal vê xebatê li dar dixe. Ji bo ragihandina bernameya îsal li Salt Beyoglu Mutfakê merasimek hat lidarxistin. Amadekarên Documentaristê Emel Çelebi û Necati Sonmez ku her du jî li ser belgefîlman dixebitin, her du jî di heman demê de belgefîlman jî dikişînin derketin pêşberî temaşevanan û qala bernameyê kirin.
Belgefîlmên sansurkirî jî tên
Çelebî got ku wan "di nav salê de li gelek belgefîlman temaşe kirine, ji nav yên ecibandin me xwestin ji bo we bînin" bi vî awayî bernameya Documentaristê temam kirine. Bi giştî li dor 90 belgefîlmî dê bêne nîşandayîn. Ew dibêje ji belgefilmên welatên cur bi cur, belgefîlmên li ser jinan, li ser dans û muzîkê, dîsa belgefîlmên ku îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de rastî sansurê hatin dê di Documentaristê de derkevin pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmên Geziyê
Sonmez jî pêşî bal kişand ser belgefîlmê bi dans û muzîkê yê li ser Geziyê ku dê wekî belgefîlmê destpêkê yê Documentaristê bê nîşandayîn kir û dûre jî qala her du xelatên ku dê di çarçoveya Documentaristê de bêne dayîn kir.
Ji Stefan Jarl 8 fîlm
Derhêner Stefan Jarl îsal kirine mêvanê rûmetê yê festîvalê. 8 belgefîlmên wî yekemîn car dê li Tirkiyeyê derkevin pêşberî temaşevanan. Ew yek ji sînemagerên baş ê Swêdê ye û ew dê derseke sînemayê bi sernavê "Ronîkirina kûrahiyên tarî" bide û di vê dersê de lênêrîna xwe ya ji bo belgefîlman pêşkêşî temaşevanan bike.
Ji Berlinaleyê ber bi Stenbolê ve
Belgefilmê bi navê "Over the Years/Yillar geçti/Sal derbas bûn" yê derhênerê ji Avusturyayê Nikolaus Geyrhalter ku îsal beşdarî Festîvala Berlinale bûbû li Documentaristê tê nîşandayîn. Her wiha ligel vê du belgefîlmên wî yên din jî têne nîşandayîn.
Dîsa 4 belgefîlmên ji Dibistana Fîlmên Neteweyî ya Danîmarka, 5 belgefîlmên ji DokuFest a ji Kosovayê dibin mêvan.
Ji Tirkiyeyê 30 belgefîlm hene
Ji Tirkiyeyê jî li dor 30 belgefîlmî hene ku ev belgefîlm li Tirkiyeyê berê bi awayekî rastî sansurê hatine di bin sernavê "Yên rastî sansurê hatine" têne nîşandayîn. Di nav van de "Bakur" (Ertugrul Mavioglu û Çayan Demiral), "Dêrsim 38" (Çayan Demirel), "Kopoklerder Nefret Ederim (Pea Holmquist, Suzanne Khardalian), "Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek" (Reyan Tuvi), "Bêrîvan" (Aydin Orak).
Her wiha ji bilî van li dor 30 belgefilmên ji Tirkiyeyê jî wekî neqandinek têne nîşandayîn. "Gavur Mahallesi" (Yusuf Kenan Beysulen), "Yollara Duştuk" (Deniz Yeşil), "Komşu Komşu Huu!" (Bingol Elmas), "Şilfîtazî" (Zekeriya Aydogan), "Nû jin" (Veysi Altay) hin ji wan in.
Belgefîlmê Fatih Pinar "Aziz Nesin Yaşiyor" (Aziz Nesin Dijî) ku ji bo 100 saliya Aziz Nesin hatiye amadekirin jî tê nîşandayîn.
Cihên belgefîlm têne nîşandayîn
Belgefîlm li Beyoglu li salonên Sesi Tiyatrosu, Salt Beyoglu, Aynali Geçit, Navenda Çanda Fransiz, Navenda Çanda Kent a Şişli û li Kadikoy jî li TAK Tasarim Atolyesî têne nîşandayîn. Buhaya bilêtan bi 4 û 6 TL'yî ye.
Ji bo agahiyên berfirehtir: www.documentarist.org