Şengul Ogur
HDP bi ser ket. Ev serkeftina HDP'ê bandorê wê li çar parçeyên Kurdistanê bike. Bandora li ser sê parçeyên Kurdistanê (Bakur, Rojava, Başûr) wê rasterast be. Ji ber ku li bakur zagonên dewleta tirk serdest in wê bandora xwe rasterast li rewşa bakurê Kurdistanê nîşan bide; ji ber têkiliya DAÎŞ'ê û AKP'ê ya rasterast, bandora vê serkeftina HDP'ê ya li Rojava jî wê rasterast be û ji ber têkiliya AKP'ê û PDK'ê jî, bi awayekî rasterast ev serkeftina HDP'ê bi awayekî erênî wê bandorê li başûrê Kurdistanê jî bike û bi vê re jî bibandorbûna sê parçeyên Kurdistanê û têkiliya AKP'ê û Îranê jî, wê bandora xwe li ser rojhilatê Kurdistanê jî bike.
Bi qutebirî em dikarin bibêjin ku serkeftina HDP'ê bi awayekî pozîtîf wê bandora xwe li polîtîkaya tevahiya Kurdistanê nîşan bide.
AKP bi têkiliyên xwe yên PDK'ê re bandoreke negatîf li ser siyaseta PDK'ê dikir û bi şertê bipêşxistina polîtîkayên li ser esasê dijberiya PKK'ê ya li çar beşên Kurdistanê, piştgirî dida PDK'ê. Mixabin PDK jî ta asteke bilind hem li Başûr û hem jî li Rojava di bin bandora polîtîkaya AKP'ê de ma. Encamên van têkiliyên AKP'ê û PDK'ê ji bo Kurdistanê berdêlên mezin ên wekî Şengal û Kobanî bi xwe re anî. Heya ku DAÎŞ'ê êrîş bi ser başûrê Kurdistanê de neanî, daxuyanî û helwesta rêveberên PDK'ê û yên AKP'ê hevşib bûn. Piştî vê serkeftina HDP'ê, ji ber ku AKP wê nikaribe bi serê xwe bibe desthilatdar êdî PDK wê ji vê bandora poltîkayên dij-kurd û Kurdistanê xilas bibe û dibe ku PDK were ser rêya siyaseteke Kurdistanî.
Her wiha, ji hêla raya giştî ya hemû kurdan û dinyayê ve tê zanîn ku hem ji hêla fînansê ve, hem ji hêla derbasbkirina endamên DAÎŞ'ê ve û hem jî ji hêla piştigiriya çek û îstîxbaretê ve, piştevaniya herî xurt ya li DAÎŞ'ê AKP'ê dikir. Vê piştevaniya AKP'ê ya ji bo DAÎŞ'ê li Rojava kir ku kurd berdêleke mezin bidin. Piştî vê têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinê de Rojava hinekî wê rehet bibe û ev ê di demeke kurt de serkeftinên mezin bo YPG-YPJ'ê bîne.
Li bakurê Kurdistanê jî, ji bo ku AKP'ê bi timî hilweşiya û HDP li Kurdistanê bû partiya herî xurt, êdî polîtîkayên înkar û îmhaya Kurdistanê wê wekî berê bi rehetî nikaribe werin sepandin. Ev serkeftina HDP'ê ya li Kurdistanê, bi encamên xwe ve wekî refarandoma Xweseriya Demokratîk bû. Kurdan di vê hilbijartinê de bi awayekî eşkere vîna siyasî ya xwebirêvebirinê nîşanî hemû dinyayê da û gotin, "Em dixwazin xwe bi rê ve bibin." AKP, li Kurdistanê keleha herî dawî ya dewleta dagirker bû û di 7'ê Hezîranê de kurdan ev keleha dawî ya dewleta dagirker hilweşand. Ev hilweşandina vê kelehê ji debaskirina benda hilbijartinê gelekî girîngtir e. Bi hilweşandina AKP'ê, li Kurdistanê, kurdan benda dagirkeriyê hilweşandin. Ji bo civakeke mêtingerkirî benda herî hilweşîner ev bend bû. Ji bo vê jî encamên hilweşandina vê keleha dawî ya dewleta tirk, li bakur wê hêzeke pir mezin bide Tevgera Azadiya Kurdistanê. Kurdan êdî pişta xwe bi timî dane partiyên dewleta dagirker û berê xwe dane xwe. Armanca herî sereke ya Tevgera Azadiya Kurdistanê jî tim ew bû ku kurd li xwe vegerin û di vê hilbijartinê de bi rêjeyeke mezin kurd li xwe, li gewherê xwe vegeriyan û di pêşerojê de ev lixwevegerîna gewherî bi timî pêk were. Di rewşeke wisa de jî êdî azadiya Kurdistanê di demeke nêzîk de wê bibe heqîqeteke dîrokî.
Her wiha ev serkeftina HDP'ê bandoreke erênî wê li polîtîkaya Tirkiyê jî bike. Serkeftina HDP'ê, di nav civaka tirk de dibe cihokeke demokratîk û azadîxwaz û wekhevîxwaz. Di ser HDP'ê re, di nav civaka tirk de hin beşên civakê, li ser zemîna demokrasî, azadî û wekheviyê derfetên xwexurtkirinê peyda kirin. Bi rêya HDP'ê encama pêşî ya vê serkeftina HDP'ê, pêşî li dîktatoriyekê hate girtin. Heke HDP bend derbas nekiribina û AKP bi tena serê xwe bibûya desthilatdar, li Tirkiyê wê dîktatorî bi awayekî eşkere bihata ragihandin. Ji niha û şûn de jî HDP, bi siyaseta xwe wê di nav civaka tirk de rola xwe ya bipêşxistina fikra azadî, wekhevî û demokrasiyê bi pêş bixîne. Ev jî, di nav civaka tirk de, ji bo pêkhatina karekterê demokrasiyê, derfeteke pir girîng e.
Dîsa, bi vê serkeftina HDP'ê, ji ber ku lingekî girîng ê bloka sunnî (Tirkiye(AKP), Qeter, Siûdî)- ku Daîşê hêza xwe ya mezin ji piştgiriya vê blokê distand- kêm dibe, bandora xwe wê li tevahiya Rojhilata Navîn jî nîşan bide.
Ji bo vê jî em dikarin bibêjin serkeftina HDP'ê bi awayekî rasterast, di maweyeke kurt û dirêj de wê bandora xwe li hemû Kurdistanê bike û bi awayekî ne rasterast û di maweyeke dirêj de wê bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn jî bike.
Serkeftin HDP'ê ji bo Kurdistanê azadiyê û ji bo civakên tirk û ereb û fars serkeftina fikra demokrasiyê, pirdengiyê û pirrengiyê dinimîne.
HDP li Rojhilata Navîn wekî modeleke çareseriyê ya derketina ji krîza Rojhilata Navîn derdikeve pêş. Li şûna îmha û înkarê pirdengî û pirrengiyê, hevnasîn û têkiliya pêşveber ya pirdengî û pirrengiyê ya bi ahengekê, ku bi HDP'ê berbiçav bûya tekane rêya xilasiyê ji bo hemû civakên Rojhilata Navîn.
Sedemên pirhêlî yên vê serkeftina HDP'ê mijara nivîseke din e. Di vê nivîsê de min xwest bi qutebirî encamên vê serkeftina HDP'ê, yên ji bo polîtîkaya Kurdistanê û welatên cîran nîşan bidim.


