Diyarname
Pilot Galerî di navbera 3'ê vê mehê û 29'ê meha pêşiya me yek ji pêşengên hunera rojevî nivîskar û hunermend Şener Ozmen dike mêvan3e xwe. Pêşangeha Ozmen bi navê "Zero telerans" li pêşangehê kirine.
Pêşangeha ku bi giranê cih dide berhemên nû, li ser wateya toleransê ve diçe ku "xweşbînî, efûkirin, lihevkirin, tehammulkirin, zehmetî kişandin û destûrdayîn" wateyên wê ne. Ozmen aliyê peyvê ya ku azadiya ramanê digire nava xwe jî bi şêweya xwe ji nû ve şirove kiriye û pêşkêş kiriye.
Wî 'tolerans' û 'sifir tolerans' dane ba hev û ew girtine bin lêpirsînê.
Ozmen di vîdyoya xwe ya sala 2012'yan kişandiye de jî li ser pirsa "Hunermend a rast çi dixwaze" careke din ketiye dû lêgerînê. Giyayên pişkbûyî, nebatên bi stirî û dîmena rûaxê ya rengê qehweyî, dengê balafirên şer ku li dû hev ber bi ezman ve bilind dibin û guhan ker dikin bi vîdyoyê re şirîkatî dikin.
Hunermend û nivîskar Şener Ozman li Amedê dijî heta niha gelek pêşangeh vekirine. Her wiha wî heta niha çend pirtûk jî weşandine.
Pêşangeha Ozmen heta 29.12.2012'yan vekiriye.