Diyarname
Lîstikvan Fulya Zenginer di çarçoveya projeya "Bila Porê Min Bibe Porê Te" de porê xwe wekî diyarî pêşkêş kir.
Komeleya Şer a Dijî Qanserê ji bo jinên kemoterapî dibînin proje daye dest pê kirin û Fulya Zengîner jî bi porê xwe piştgirî da kampanyayê.
Zengîner li ser projeyê wisa got: "Ji porê min dê ji bo nexweşên qansêrê perûk çêbikin. Ji bo wan moral bi qasî dermanan girîng e. Ez hêvî dikim porê min bigîje kê dê pêre dilşad bibe, baş bibe û hêzê bide wê. Ji ber ku min di nav vê projeyê de cih girt ez dilşad im." Zengîner dîmenê porê xwe yê jêkirî ji ser instagramê xwe weşand û piştgiriya xwe eşkere kir.
Diya Fulya Zenginer Gonul Zenginer di meha adarê de ji ber qansêrê wefat kiribû.