Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê meha pêşiya me bi lîstika xwe "Don Kîxot" dê derketa tûrneya Ewropayê lê ji ber vîze nedan 3 lîstikvanên wan tûrne hat bi paş ve xistin.
Di lîstika Şanoya Bajêr a Amedê "Don Kîxot"ê de heft kes dilîzin. Ji bo ew herin tûrneya Ewropayê serî li fezaretê dan lê Balyozgeriya Almanyayê vîze neda lîstikvan Ozkan Şeker, Dicle Guneş û Şilan Alagoz. Balyozgerî ji bo salek vîze da lîstikvanên din. Ji ber destûrnedanê tûrne hat taloqkirin.
Ji lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar ku di heman demê de ew jî di Don Kîxotê de dilîze ji bo MA'yê axiviye. Emektar wisa gotiye, "Bi lîstika xwe Don Kîxot emê biçûna tûrneya Ewropayê lê bi sedemên ji aliyê hunerî ve nayên qebûlkirin vîze nedah nîvê kesên ji koma me. Hevalên me yên ku vîze nedane wan hevalên me yên nû ne. Rayedarên alman rewşa wan a medenî û îhtîmala venegerê ya van hevalan wekî sedem nîşan daye. Tu sedemek din ku nîşan bidin tune ye."
Plan ew bû ku li van bajaran Berlîn, Hamburg, Koln, Essen, Frankfurt, Anvers, Amsterdam, Zurih, Solothurn, St. Gallen, Luzern, Basel, Cenevre û Lozanê lîstik bê lîstin, lê ji ber vîzeyê niha hat betalkirin. Şanoya Bajar a Amedê diyar kiriye ku ji bo di meha avrêlê de tûrne çêbe ew dê bikevin nava tevgerê.
Lîstika Cervantes "Don Kixot" ji aliyê Dilawer Zeraq ve haitye wergerandin û derhêneriya lîstikê Ferhad Feqî kiriye.