Amed
Li Taxa Dîcleyê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîra Amedê ve şilaveke û parkekek xweşik tê çêkirin.
Dema şilav (şelale) û parka li hember Dîcleyê temam bibe dê hemwelatî bibin xwedî ciheke xweşik a bêhnvedanê.
Şilava ku li aliyê Fîsqeyayê li Taxa Dîcleyê tê çêkirin xebatên wê didomin. Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli hat serdana xebatên ku didomin û ji xebatkaran agahî girt.
Dema şilav temam bibe dê bibe şilava herî mezin a Amedê ya hatiye çêkirin. Li kêleka şilava ku berê çop û bermahiyên qanalîzasyonê diavêtinê jî dê bê paqijkirin û ew der jî dê dar bêne çandin, par bê sazkirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin