Siyasetmedarê kurd Dr. Fayîq Gûlpî derbarê nakokiyên li ser sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniya nivîskî de Gulpî wiha dibêje: “Ev çend roj in hinek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê hewl didin aloziya di navbera gerîlayên HPG û pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) ya li navçeya Kêlaşîn mezin bikin. Dixwazin KCK'ê wekî hêzeke destdirêjiyê bi nav bikin.”
Gulpî wisa dom kir: “Bi dîtina min ev pirsgirêk bi rêya ragihandinê nayê çareser kirin. Berevajî ger ragihandin li ser mezinkirina vê bûyerê berdewam be û aliyan sor bike, benzînê bi agir de bike; ne dûre encamên vê aloziyê zererê bigihîne yekîtiya netewî ya gelê kurd. Rêya herî baş a ji bo aramkirina vê aloziya navbera herdu hêzên kurdî de çêbûyî, pêwîstî bi guftûgoyên dûrî hest, çav û berjewendiyên kanalên ragihandinê heye.”
Siyasetmedar Gulpî ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ez wekî çavdêrekî doza gelê kurd li parçeyên din ên Kurdistanê, agahdariya min ji wê yekê heye nêzî 7 salan e hinek pêwendiyên navçeyî li navçeya Kêlaşîn di navbera pêşmergeyên HDK û gêrîlayên HPGê de heye. Ji wê demê ve tu alozî û nakokiyek di navbera wan de çênebûye. Çima di demek ku gelê kurd li bakurê Kurdistanê bi hilbijartinê ve mijûl e, nakokî û alozî di nava van her du hêzan de çêbibe?”
Gulpî di dawiyê de bang li KCK û HDK-Î kir û wiha got: “Ez tika ji her du aliyan û bi taybet HDKê dikim ku vê demê tehemûl bikin. We bi salan wisa berdewam kir, du heftiyên din û heta hilbijartinên li Tirkiyê tehemûl bikin. Heta demekê mafê partiya xwe bidin aliyekê, ji bo derzên zêdetir nekevin nava yekîtiya gelê kurd. Rêya herî baş a ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî awayî ya di navbera partiyên Kurdistanê de, ne zextên çend dezgehên ragihandinê yên li ser KCK'ê ye. Berevajî hewldan ji bo çêkirina yekîtiya netewî û Kongreya Netewî ye.”
**
Nûçeyên eleqedar:
- HPG'ê li ser bûyera li Kelaşînê daxuyanî da
- Rastiya bûyera li Kelaşînê